Em beramberê keda xwe nagirin

Pêncşem 10 Tîrmeh 2025 - 15:30

  • Jinên sibehê zû diçin nava erdên titunê diyar dikin ku 9 saetan li nava erd dixebitin û dawiya rojê jî 800 TL digirin. Jinan gotin:"Em hewl didin jiyana zarokên xwe xilas bikin. Em 9 saetan dixebitin 800 TL digirin. Lê bi vî pereyî tiştek nayê girtin.”

Li Tirkiyeyê bihabûn her diçe zêde dibe. Rapora ‘tabloya aborî ya 2024-2024'an a Tirkiyeyê’ ya Federasyona Yekitiya Bikarhêneriyê xizaniya 10 salan danî holê. Di rapora hat amadekirin de giraniya bêdadiyê derket holê. Krîza aborî ya her diçe giran dibe, welatî anîne asta ku nikarin hewacedariyên xwe bigirin.

Li aliyê din ji bo jinan qada îstîhdamê nayê vekirin û ji ber rolên zayenda civakî, jin ligel barê kar, bi karê malê, lênerîna zarokan re eleqeder dibin.

Li Semsûrê jinên di saetên sibehê de diçin nava erdên titûnê rojê 9 saetan dixebitin. Dema ji nav erd vedigerin jî bi karên malê û lênerîna zarokan re eleqeder dibin.

Em bîhna xwe jî venadin

Fatma Dogan da zanîn ku xaniyê wan di erdhejê de xera bûye û di kirê de dimînin. Fatma Dogan wiha vegot: “Her roj zarokên xwe dihêlim û diçim nava erd. Zarokên min biçûk in. Dema sibehê radibin dixwazin ez ligel wan bim. Zarokên min digirîn naxwazin ez biçim. Lê ji neçarî diçim. Em ji nava erd tên em bîhna xwe jî venadin. Em bi karên malê re mijûl dibin.”

Em beramberê keda xwe nagirin

Jina bi navê Aysel Yaylagul jî wiha anî ziman: “Ji bo zarokên xwe bidim xwendin karkeriya demsalî dikim. Lê em beramberê keda xwe nagirin. Em ji nava erd tên ava me nayê. Wek jinekê hem li nav erdan hem li malê kar dikim. Min li nava erdan du zarokên xwe mezin kirin. Em hewl didin jiyana zarokên xwe xilas bikin. Em 9 saetan dixebitin 800 TL digirin. Lê bi vî pereyî tiştek nayê girtin.” JINNEWS/SEMSÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.