Ji rêxistinên Rojhilat helwesta hevpar
Pêncşem 10 Tîrmeh 2025 - 17:30
- Partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê li hemberî zext û hewldanên tepisandinê yên desthilata Îranê bi daxuyaniyeke hevpar nerazîbûn nîşan dan.
Ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 7 partiyên siyasî û rêxistinan belavokeke hevpar weşandin û li ber zextên desthilata Îranê ya li hemberî girtiyên siyasî, muxalîf û civaka sivîl rabûn.
Daxuyaniya hevbeş a partiyên li Rojhilatê Kurdistanê ya li ser pêla nû ya zext û binçavkirinê ya li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bi vî rengî ye:
"Piştî şerê 12 rojî yê navbera Îran û Îsraîlê û ragihandina agirbestê, pêlek nû û berfireh a zext tepisandinê bi rêya girtin, çavsorî, dadgehiyên neadîlane û îdamên bi lez li Kurdistanê û deverên din ên Îranê ji aliyê Komara Îslamî ve destpê kiriye. Dezgehên ewlehiyê yên rejîmê bi rêya tometên nerewa, çêkirina dosyayên sexte û darizandina girtiyên siyasî û her wiha bi nirxandina yasaya sîxuriyê li parlament û dezgeha dadweriya rejîmê rewşek metirsîdar ji bo girtiyên siyasî û rexnegirên hikumetê afirandine. Li gorî raporan, hejmara destbiserkiriyan heta niha ji hezar kesî derbas bûye û rêjeya darvekirina girtiyên siyasî zêde û berdewam dike.
Em bang li partî û rêxistinên siyasî yên Îranê, saziyan, Îraniyên azadîxwaz û Kurdên diyasporayê dikin ku bi hevdengî, çalakî û aksiyon û civînên xwe, dengê nerazîbûn û bêzariya xwe li dijî vê siyaseta tepeserkar bilind bikin.
Partiyên ku mohra xwe danîne binê daxuyaniya hevpar:
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê- PJAK
Partiya Azadiya Kurdistanê - PAK
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ)
Komeleya Şoreşger a Zehmetkeşên Kurdistana Îranê
Sazmana Xebat ya Kurdistana Îranê
Komeleya Zehmetkeşên Kurdistanê
Komele- Rêxistina Kurdistanê ya Partiya Kumonîst a Îranê
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN