Berken Bereh ‘Xelata Qelema Hejar’ wergirt

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 5 Hezîran 2025 - 00:10

Ji bo dayîna Xelata Qelema Hejar a 2025'an li Zanîngeha Kurdistanê ya li bajarê Sineyê merasim li dar ket.

Di merasimê de helbestvan Berken Bereh hat xelatkirin. Bereh bi pirtûka xwe "Çemê Baranê" hêjayî xelatê hat dîtin.

Hîndekarê Zanîngeha Artûklû Abdurrahman Adak jî di warê lêkolînê de hat xelatkirin.

Li aliyê din seta pirtûkên Berhemên Giştî yên Hejar Mukriyanî wekî xelat dan hunermendê navdar Şehram Nazirî. Nazirî di şevê de konserek piçûk pêşkêş kir. 

Nivîsgeha Xelata Qelema Hejar a di bin banê Lêkolîngeha Kurdistannasiyê ya Zanîngeha Kurdistanê de vê xelatê dide berhemên serketî.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.