Şaredariya Agiriyê, Projeya Qada Bajêr a Şakiro dide destpêkirin. Amedekariyên projeya ku demek dirêj e hatine destpêkirin ji bo jiyana civakî li navenda bajêr xurt bike, dê qadên şênahiyê, qadên bêhnvedanê, rêyên meşê, qadên rûniştinê û qadên çalakiyên cur be cur di nav xwe de bihewîne. Piştî qedandina projeyê, dê meydan ji bo welatiyan bibe cihê hevdîtina jiyana wan a rojane û nîşanek sembolîk a nasnameya bajêr.
Meydaneke xwedî armanc
Hevşaredarê Agiriyê Mehmet Akkûş, têkildarî Projeya Qada Bajêr de agahî da û diyar kir ku yek ji sozên wan ên di hilbijartinê de ew bû ku cihekî welatî bêhna xwe lê vedidin ava bikin. Akkûş, destnîşan kir ku dema dest bi erka xwe kirine gelek proje afirandine û wiha axivî: “Em qadeke şênahiyê û ji bo çalakiyan ku di nava westa bajarvaniya ku hemû deverê dike beton ji bo nefesê bide û îmajeke nû ji bajêr re çêbike ava dikin. Em ji bo hemû civak were lê bêhn vede û têkiliyên civakî pêş bixe qadeke ava dikin. Em, meydanekî xwedî gelek armancan ava dikin."
Agirî gazina Şakiro jibîr nekir
Akkûş, di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got: “Em ê vê projeya ku 8 hezar metrekare ye heta payîzê xilas bikin. Dê li jorê qadê bi tevahî bibe qada şênahiye û darên bên çandin ji bo bêhnvedana welatiyan. Herwiha dê qada şano û xwaringeha bajêr jî bê avakirin.”
Dê navê Şakiro yê ku di çanda dengbêjiyê ya Kurdî de cihekî girîng digre li projeya nû bê kirin. Akkûş, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê navê Şakio li vê qadê bikin. Şakiro di heman demê de ji Agirîyê ye. Gazineke Şakiro li dijî gelê Agiriyê hebû. Me jî xwest bi vê projeyê ve nirxên çandî bidin jiyîn.” MA/AGIRÎ
* * *
Dengbêj rengê xwe dan Mihrîcana Tetwanê
Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê bi konsera dengbêjên Serhedê û Alî Tekbaş di roja 13an de jî berdewam kir.
Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê ku Şaredariya Tetwanê û Organîzasyona Sanatçayê bi dirûşmeya “Em rêya aştiyê bi hunera azad re dihonin” dabû destpêkirin, di roja 13an de berdewam kir. Di bernameya îro de dengbêjên Serhedê dengbêj Miqades, dengbêj Îsiv, dengbêj Seît û dengbêjên ciwan Amed û Berken Zer bi kilam û stranên xwe rengeke cuda dan mîhrîcanê. Her dengbêjekî kilamek got û dû re bi hev re stranek floklorîk gotin.
Piştî dengbêjan, hunermendê Colemergî Alî Tekbaş ku bi berhevkirin û gotina stranên gelêrî tê nasîn, derket ser dikê. Welatiyan demeke dirêj bi stranên Alî Tekbaş govend gerand û roja 13an a mîhrîcanê. NAVENDA NÛÇEYAN