Aştî tenê bi axaftinê nabe
Çarşem 11 Hezîran 2025 - 03:50
“Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber APO, pêşiya pêvajoyeke nû vekir. Piştgiriya herî mezin jî malbatên di şerê zêdetirî 50 salî de xizmên xwe winda kirin dan pêvajoya bi pêşengtiya Rêber APO. Yek ji wan malbatan jî malbata Latîfe Tabar a 80 salî ye. Jiyana Latîfe Tabar, ger gotin di cih de be, bûye kurteçîroka berdêl û têkoşîna gelê Kurd a 50 salên dawî. Du keçên Latîfe Tabarê, birayê wê û dotmama wê di şer de şehîd bûne û aqûbeta kurekî xwe jî nizane. Latîfe Tabar, li gundê Pêrlî yê navçeya Qulpê ya Îdirê dijî. Birayê wê Îsmaîl Kal, di sala 1988’an de, dotmama wê Reyhan Kal di heman salê de, di destpêka salên 90’î de kurê wê Mûstafa Tabar, di sala 1992’yan de keça wê Roza Tabar û di sala 1993’yan de jî keça wê Rûken Tabar tevlî PKK’ê bûn. Îsmaîl Kal di sala 1991’ê de, dotmama wê Reyhan Kal di sala 1989’an de, keça wê Roza Tabar di sala 1992’yan û keça wê Rûken Tabar jî di sala 1996’an de di şer de şehîd bûn. Têkildarî aqûbeta kurê wê Mûstafa Tabar jî heta niha tu agahî nehatine bidestxistin. Latîfe Tabar, dibêje:“Me cenazeyê tu yek ji wan nedît. Kêleke gorê wan jî tune ye. Em hêj nizanin ka kurê min dijî yan na.”
Divê dewleta gav biavêje
Latîfe Tabar, da zanîn ku ew bi têkoşîna zarokên xwe re ne û got:“Aştî îro jî bibe, em amade ne. Devlet Bahçelî gotiye; ‘Bila Ocalan were Meclisê.’ Ê çima nehat? Erê Devlet Bahçelî gotineke baş kir lê hewceye gavan biavêjin. Hêj niha jî ser qadên gerîlayên PKK’ê êrişan dikin. Îro behsa aştiyê dikin lê çima dewlet her roj çekên kîmyewî û bombeyan diavêje. Ma ev aştiyeke çawa ye? Heke dewlet dîsa êrişan bike wê demê wê aştî çawa bibe? Heke aştiyek çêbibe, hewceye çek bêdeng bibin. Pêwîste dayikên Tirkan jî rabin ser pêyan û daxwaza aştiyê bikin. Aştî, bi aliyekî nabe. Madem behsa aştiyê dikin, wê demê bila deriyên hefs û zindan vekin. Bila Abdullah Ocalan bikare bi gerîlayên xwe re biaxive. Bi tenê axaftinê aştî nabe. Ji bo aştiyê hewceye gav bên avêtin. Ji bo vê, bila peymaneke ku hemû dewletên cîhanê tê de cih digirin bê çêkirin. Bila belgeyeke fermî be lê ne wekî Peymana Lozanê be. Bila heqê Kurdan bidin. Em dikarin bi hev re bijîn. Em Kurd, Ecem û Tirk dikarin hev re bijîn. Em, şer naxwazin.”
MA/OMER AKIN