Qasim Engîn hevrêyekî piralî bû
Çarşem 11 Hezîran 2025 - 03:45
Behzat Çarçel qala Qasim Engîn (Îsmaîl Nazlikûl) kir ku sala 1995'an li çiyayên azad hevdu nas kir. Behzat Çarçel got:"Qasim Engîn hevrêyekî piralî bû."
Behzat Çarçel qala bîranînên xwe yên bi Qasim Engîn (Îsmaîl Nazlikûl) kir ku sala 1995'an hevdu nas kirin û destpêkê di salvegera şehadeta wî de bi hesret bi bîr anî, di şexsê Qasim Engîn de şehîd hemû bi rêzdarî bi bîr anî.
Behzat Çarçel anî ziman ku Qasim Engîn kesayetek piralî bû û got, "Hevrêtiya wî gelekî bi bandor bû. Têkilî bi her kesî re datanî.
Min hevalê Qasim yekemcar sala 1995'an nas kir. Piştre jî di pêvajoyên şer de em bi hev re man, me gelek kar bi hev re meşand. Li Başûrê Kurdistanê, Metîna, Zap, li Bakurê Kurdistanê; bi taybetî li bakurê Zapê û Botanê me bi hev re kar kir.
Rasthatina me ya destpêkê tê bîra min. Sala 1995 bû ku Rêberê me û tevgera me li hemberî hevkarî û xiyaneta PDK'ê weke Pêngava 15'ê Tebaxê ya duyemîn pênase kiribûn. Şeva ku 26'ê Tebaxê bi 27'ê Tebaxê ve girê dida pêngav hate destpêkirin. Bi vê pêngavê re 35 nuqteyên ku hêzên PDK'ê lê bûn hatin kontrolkirin. Li hemberî wan pêngav hate destpêkirin û şerek hebû. Payîza 1995'an me li sînorê Metîna-Zap'ê hev dît. Wê demê ew fermandarê yekîneyekê bû. Min jî li eniya Metînayê fermandarî dikir. Me li wê derê hevdu nas kir, sohbet kir. Di pêngava li dijî hêzên xayin û hevkar de em bi hev re di nava pêngavê de bûn, me bi hev re şer kir û plan kir.
Qet ji bîra min naçe; hevalê Rojhat Bilûzerî berpirsyarê Tabûra Hekkarî bû; fermandarê hevalê Qasim bû. Hevalê Qasim gelekî hez ji hevalê Rojhat dikir. Alîkarê wî bû, piştgirî dida wî. Bi taybetî di mijara ragihandina hişmendiya îdeolojîk û perwerdeya teorîk de bi rola xwe radibû. Em di nava hêza navendî ya Metînayê de bûn. Bi vî rengî me hev nas kir. Di nava salan de li cihên cuda me careke din hevdu dîtin.
Di salên 1997 û 1998'an de em bi hev re bûn. Wê demê em li Eyaleta Botanê bûn. 11 qadên me hebûn. Eniya rojhilat yek ji van qadan bû. Wê demê Eyaleta Botanê bi înîsiyatîf bû; me bi hev re pêngav û çalakiyên bi bandor kirin.
Taybetmendiya wî ya bingehîn ew bû ku hîperaktîf bû. Di heman demê de gelekî bi huner bû. Hevrêyekî piralî bû. Di karên çandê de jî bi vî rengî bû, di têkiliyên civakî de jî bi vî rengî bû.
Behzat Çarçel anî ziman ku Qasim Engîn di demekê de ku dikarîbû rola xwe bi xurtî pêk bianiya şehîd bû û got, "Ev yek gelekî giran û bi êş bû. Em wê demê li Başûrê Kurdistanê bûn. Plansaziyeke me hebû ku ew jî bihata û me planeke nû ya hevpar bikira. Nebû para me, gelekî bi êş bû. Ez di wê baweriyê de me, eger sax bûya wê weke pêşengekî di nava rêxistinê de gavên nû bida avêtin.
ANF/GULISTAN CÎHAN/NAVENDA NÛÇEYAN