Ji bo jinan têkoşîna hevpar divê

Çarşem 11 Hezîran 2025 - 03:15

  • Endama Koordînasyona Konseya KJAR’ê Denîz Derya, anî ziman ku banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Îranê jî derbasdar e û got: “Ji ber vê yekê divê jin xwe birêxistin bikin û têkoşîna hevpar bimeşînin.”

Endama Konseya Koordînasyona KJAR’ê Denîz Derya Derya bal kişand ser berxwedana bi biryar a jinên di girtîgehan de û deşîfrebûna polîtîkayên zextkar ên Îranê û wiha got: “Heta ku pêşengiya jinan tunebe, civakeke demokratîk pêkan nîne. Ger cîhan dengê jinên girtî nebihîze, dê ev şerê ne adilane rûxandinan zêdetir bike.” Denîz Derya bal kişand ser banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got ku ev bang ji bo Îranê jî derbasdar e.

Rasterast jinan hedef digre

Denîz Derya bi behskirina serê cîhanê yê sêyemîn dest bi axaftina xwe kir û bal kişand ku ên zêdetir ji şer zirarê dibînin jin û zarok in û wiha domand: “Ev şer bi feraseta artêşên mêran tê meşandin û rasterast jinan hedef digre, bingeha civakê tune dike. Jin weke xenîmetên şer dîl tên girtin û firotin. Bi bedena jinan re xweza jî tê tunekirin. Ev şerê ku bi feraseta mêr destpê kiriye, di şexsê jinan de hemû civakê ber bi felaketê ve dibe.”

Ji mafên xwe bêpar ma

Denîz Derya behsa Zeyneb Celaliyan a ku 18 sal in li Îranê di bin mercên herî giran de li ber xwe dide kir û wiha domand: “Zeyneb Celaliyan a ku bi cezayê muebetê girtî ye, xeta Sara (Sakîne Cansiz) û Şirîn Elemhûlî didomîne. Şîrîn Elemhûlî, yek ji girtiyên ku li Rojhilat çanda berxwedanê ava kiriye bû, rêwîtiya ku wê dest pê kir hê jî didome. Rejîma Îranê hewl da bi îşkenceyê wê teslîm bigre, xeta azadiya jinan bişkîne. Gelek caran zorê lê kir ku wê bide axaftin, lê bi ser neket. Ji ber wê yekê serî li îşkenceya fizîkî û derûnî da. Zeyneb Celaliyan ji hemû mafên xwe bêpar ma. Ji aliyê zagonî ve nehiştin parastina xwe bike.”

160 kes hatin bidarvekirin

Denîz Derya, diyar kir ku zext zêdetir dibin û wiha got: “Rojnameger, hunermend, nivîskar, parêzvanên mafên mirovan, her dem ji bo Zeyneb Celaliyan dengê xwe derdixin lê ji ber zagonên ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatine nivîsandin, mafên wê yên yerî bingehîn jî tunene. Li gorî raporan ji meha Gulanê heta niha, li Îranê herî kêm 160 kes hatin bidarvekirin. Her roj 2-3 kes dibin qurbanên înfazên derzagonî. Kesên muxalif ên îtiraz dikin, parêzvanên mafên mirovan, bi awayê pergalî dibin hedef.”

Şoreşa Jin Jiyan Azadî

Denîz Derya bi gotinên; “Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’, li Rojhilat û Îranê çandeke nû afirand” bal kişand ku serhildanê li girtîgehan bi pêşengiya jinan destpê kiriye û wiha got: “Kampanya ku her roja sêşemê bi navê 'Ji darvekirinê re na' didome, berhema têkoşîna jinan e. Ev têkoşîn veguherî daxwaza hevpar a civakê. Rejîma Îranê herî zêde ji pêşengiya jinan ditirse. Xwestin şoreşê berovajî bikin û weke mijara ‘sergirtinê’ nîşan bidin lê bi ser neketin. Ji ber ku ev têkoşîn, di rastiyê de bersiva li dijî ferzkirinên bîrdozî yên rejîmê bû. Bi şoreşê re jinên pêşeng derketin loma rejîmê ew kirin hedef. Bi hezaran ji wan di girtîgehan de ne lê tevî îşkenceyên giran jî teslîm nebûn. Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî û bi hezaran girtiyên siyasî pêşengiya têkoşînê kirin.”

Ji bo jinan têkoşîna hevpar divê

Denîz Derya, di dawiya axaftina xwe de banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Aştî û civaka demokratîk” bi bîr xist û wiha bidawî kir: “Ev rê ji bo Îranê jî derbasdar e. Divê jinên pêşeng di girtîgehan de nebin. Divê dewleta Îranê ji nû ve têkiliya xwe bi civakê re çêke, pêşî li rêxistinbûna civakê veke. Tenê bi pêşengiya jinan mirov dikare li dijî vî şerî bisekine. Em bawer dikin ku gelê Rojhilat û Îranê ji bo demokratîkbûna Îranê dê têkoşîneke mezin bidin. Berpirsyariya vêya zêdetir li ser milên jinan e. Ji ber vê yekê divê jin xwe birêxistin bikin û têkoşîna hevpar bimeşînin.”

NÛJINHA/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.