Divê rêberên siyasî tevlî bibin

Pêncşem 5 Hezîran 2025 - 03:20

Andy Carl ji salên 1980'î û vir ve li herêmên weke Ûganda, Etiyopya, Fîlîpîn, Başûrê Kafkasyayê û herêmên Bask û Katalan ên Îspanyayê pêşniyar li pêvajoyên aştî û diyalogê yên navneteweyî kir. Carl destnîşan kir ku biryara PKK'ê dikare ji bo çareseriya pevçûnên li gelemperiya cîhanê bibe mînak. Carl ku niha li Enstîtuya Pêşveçûna Demokratîk (DPI) ku li ser çareseriya pevçûnan û pêşveçûna demokratîk disekine, wek şêwirmend dixebite û wiha got:"Zehmet e ku hem şer bikin û hem jî di heman demê da biaxivin. Di vê çarçoveyê de ez di wê baweriyê de me ku biryara PKK'ê ya ji bo meşandina armancên xwe bi rêbazên aştiyane û demokratîk, bi rastî jî biryareke wêrek e. Ev biryar ji aliyê taktîkî, stratejîk û exlaqî ve bi xwe wêrek e." Carl ev yek weke 'hem bangeke kûr û girîng, hem jî dijwariyeke rasteqîn' pênase kir û got:"Ez dikarim spekulatîfekê bikim û dizanim ku yek ji pêşmercên rêveçûna pêvajoyên bi vî rengî, tevlîbûna bi temamî ya lîderên siyasî ye."

Spanya û Katalanya 

Carl bal kişand ser rola girîng a tevlîbûna aktîf a lîdertiyên siyasî ji bo serketina pêvajoyên aştiyê û axivî:"Di dema dawî de, di pêvajoya şerê li ser serweriya navbera gelê Katalan û dewleta Îspanyayê de, ku ne çekdar bû, min derfet dît ku bi bibim şêwirmend. Gava yekem a vê pêvajoyê serbestberdana lîderên girtî yên Spanyayê bû. Ev pêngav ji bo çarçoveya Kurdî jî dersên girîng digire. Hin rêze serkeftin bi dest xistin, lê her tişt bi serbestberdana rêberên xwe yên siyasî dest pê kir." Carl diyar kir ku di dema muzakereyan de nîqaşên têkildarî guhertina Qanûna Ceza ya Spanyayê bi serkeftî bi encam bûne û piştre jî aliyên têkildar ji bo qanûneke nû ya efûyê zemînê deynin bandor û kapasîteyên xwe bi kar anîne û bi vî awayî rê didin ku pêvajo pêş bikeve.

Mînaka Spanya û Baskê 

Carl da zanîn ku berhevdana mînakên bi heman rengî li gelemperiya cîhanê wê bi kêrî fêhmkirina pêvajoya li Tirkiyeyê were û da xuyakirin ku çalakiyên çekdarî yên ETA ku di sala 1959'an de ji bo serxwebûna welatê Baskê di bin serweriya Îspanyayê de hat avakirin, ber bi dawiyê ve diçe. Carl bibîr xist ku Piştî Konferansa Ayete ya di sala 2011'an de li Donostia/San Sebastîanê hat lidarxistin û pêvajoya 6 salan a amadekarî, têkilî û diyalogê hat lidarxistin, ETA'yê biryara bêçekbûnê da û got:"Pêvajoya diyalogê ya 7 salan ku ji hingî ve dewam dike, li herêmê guhertinên girîng bi xwe re anî."

Yekîtî û nûbûna tevgeran 

Carl, anî ziman ku ji bo siyaseta aştiyane pêwistiya komên çekdar bi alîkariyê heye û gelek kêm saziyên navneteweyî xwedî wê cesaretê ne ku piştgiriyeke bi vî rengî bidin û got:"Gefa herî mezin a li hemberî mafê çarenûsê yan jî tevgerên rizgariyê, ne şikestinên li qada şer e, parçebûn û xetimandinên navxweyî ye. Eger tevgerek karibe yekitî û girêdana xwe ya bi armancên xwe yên demdirêj biparêze, ew tevger têk naçe. Ez bawer im tevgera  Baskê jî mîna PKK'ê, bi biryardariya bi hev re mayîna bi hev re, bi kîjan biryaran dibe bila bibe, pêvajoya veguherîn û veguherînê ya navxweyî daye destpêkirin. Heta niha di vî warî de gelekî serketî bûn. Lê belê bêguman hin kes hebûn ku ji biryara bêçekbûnê aciz bûn û li hev nekirin. Tevgereke cudaxwaz neafirandin. Di encamê de êdî partiyên neteweperest ên Baskê qanûnî karîn bi awayekî demokratîk destkeftiyên siyasî yên rasteqîn bi dest bixin."

Divê înîsiyatîf ji hundir be 

Carl bi bîr xist ku aktorên derve di pêvajoyên aştiyê de xwedî tecrubeyan in û ev tecrube dikarin di dema rast de, bi awayekî rast û bi aktorên rast bi bandor bin û got:’’Civatek pispor heye ku dizane çawa piştgiriyê bide, hînî muzakereyan bibe, hem jî li Ewropayê stratejiyan pêş bixe. Lê belê divê dîrektîf ji hundir bê. Her wiha hin sazî amade ne ku ji bo piştgirîya guherîna aştîyane her rîskeke pêwîst bigirin. Bi ya min tişta ku me di çarçoweya Baskê de dît ev bû. Yên ku însîyatîvê digirin ew bûn. Saziyên navneteweyî jî bersiv dan vê yekê, lê belê ev pêvajo bi ti awayî bi pêşengiya saziyên navneteweyî pêk nehat."

MA/HÎVDA ÇELEBÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.