Ti carî ji têkoşîna azadiyê dûr nebû

Çarşem 11 Hezîran 2025 - 03:35

  • Du sal di ser qetilkirina welatparêz û azadîxwazê Kurd Huseyîn Arasan re derbas dibe. Arasan ji bo azadiya gelê Kurd û nasandina fikrê Rêber Apo sinor hilweşandibûn. Lê dijminên azadiyê carek din destê xwe xistin xwîna wî û ew qetil kirin.

Berî du salan Endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Huseyîn Arasan, di 9’ê Hezîrana 2023’yan de li bajarê Silêmaniyeyê li ber derê avahiya komeleyê bû hedefa êrişek terorî ya MÎT’a Tirk û bi giranî birîndar bû. Arasan, di berbanga sibeha 10’ê Hezîranê de tevî hemû hewldanan jî li nexweşxaneyê şehîd bû. Lê mîna hemû kiryarên din ên terorî yên li Başûrê Kurdistanê pêkhatine, hê jî saziyên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê kujer û destên di pişt plana qetilkirina Arasan de eşkere nekirine û negirtine.

Huseyîn Arasan kiye?

Malbata Huseyîn Arasan, ji ber mercên nebaş ên aboriyê di sala 1974’an de ji gundê Dengîza yê navçeya Stewr a Mêrdînê koçî Îzmîrê kir. Arasan, di 4’ê nîsana 1978’an de li Îzmîrê jidayîk bû. Ciwantiya Arasan li Îzmîrê derbas bû. Carnan li bazaran xebitî û carnan jî li înşaetan. Li hêla din jî tev li xebatên partiya siyasî bû. Kekê wî Hasan Arasan, di sala 1992’yan de tev li refên PKK’ê bû. Piştî vê tevlibûnê jî Arasan hîn çalaktir tev li xebatên partiya siyasî bû. Ji ber xebatên siyasî, di sala 1999’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate binçavkirin û girtin. Di sala 2006’an de Qanûna Ceza ya Tirk hate guherandin û Arasan hate berdan. Lê têkoşîna xwe domand. Arasan, îcar jî di çarçoveya “Doza Sereke ya KCK’ê” de li Sêrtê hate binçavkirin, 5 salan di girtîgehê de ma û piştre hate berdan. Arasan, piştre dîsa hate girtin û 2 salan di Girtîgeha Sêrtê de ma. Ji wir jî sewqî Girtîgeha Orduyê hate kirin û piştî 2 sal û nîvan hate berdan. Arasan bi giştî 16 salan di girtîgehê de ma. Di sala 2019’an de piştî ji girtîgehê derdikeve berê xwe dide Botanê û li wir têkoşîna xwe ya siyasî berdewam dike. Yek ji pêşengehên avakirina sîstema Rêveberiya xweser a herêma Botanê bû. Arasan di govara Ozgur Halk de dest bi nivîsandinê dike û erkê belavkirina govaran a li nava gel de digre ser xwe.

Têkoşîna li penaberiyê

Di Nîsana 2021’an de jî derbasî Yûnanistanê bû û li kampa penaberan ma, li wê derê jî dest bi çalakiyên rêxistinî kir û fikir û felsefeya Rêber Apo bi ciwanên Kurd da nasandin.

Di hemû çalakiyên ku li Yûnanîstanê ji bo azadiya Rêber Apo pêktên, bi awayek çalak tevlî bû û rêxistin kir. Ji ber pêwîstiyên têkoşîna azadiya gelê Kurd Arasan derbasî welatên Ewrûpayê nebû. Ji wir carek din berê xwe da Kurdistanê û li bajarê Silêmaniyê bi cih bû. Di sala 2022’yan de bû endamê Komeleya Karkeran a Mezopotamyayê ku navendeke kombûna penaberên siyasî û welatparêzên ji Bakurê Kurdistanê ye. Huseyîn Arasan li Silêmaniyê jî bi heman germahî û kelecanê têkoşîn berdewam kir. Ev hêz û têkoşîna Arasan hişt ku bibe hedefa dagirkeran û ew qetil kirin. Di 9’ê hezîrana 2023’an de di encama êrişek terorî ya bi destê MÎT-Parastinê de li bajarê Silêmaniyeyê li ber derê avahiya komeleyê bû hedefa êrişek terorî ya MÎT’a Tirk û bi giranî birîndar bû. Arasan, di berbanga sibeha 10’ê Hezîranê de tevî hemû hewldanan jî li nexweşxaneyê şehîd bû.

Cihê ku Huseyîn Arasan lê hat qetilkirin, di bin kontrola kamerayên çavdêriyê de ye. Di dîmenan de derdikeve ku kesek bi cilên leşkerî êrişî Arasan dike, piştre jî wan cilên leşkerî ji ber xwe dike, tavêje ser cihê çopê û direve. Piştre asayîş cilûbergên wî kesî dibîne. Lê heta niha tevî ku kujer hatiye naskirin û endamekî MÎT’a Tirk e, lê hîna jî nehatiye girtin. Kesûkar û rêhevalên Huseyîn Arasan li bendê ne ku kujer were girtin.

Ji bilî Huseyîn Arasan, heta niha li Başûrê Kurdistanê welatparêz û tekoşerên bi navê Zekî Çelebî, Mamosta Şemal, Nagîhan Akarsel, Şukrî Serhed, Husên Turelî, Deniz Cewdet Bulbun, Firyal Silêman û Dr. Sabrî Toprak li bajarên Başûrê Kurdistanê ji aliyê MÎT-Parastinê ve hatine şehîdkirin.

Her çiqas ji destdana van şehîdan di dîroka têkoşîna gelê Kurd de windahiyek mezine û navên wan di asîmanê Kurd û Kurdistanê de dibiriqe, lê rê û rêbaza wan zelale û bi pêş dikeve, bi hezaran ciwanên din ji bo vê têkoşînê rabûne ser piyan û rêbaza wan berdewam dikin.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.