Derbên dîrokî li artêşa Tirk xistin

Sêşem 6 Gulan 2025 - 03:45

  • HPG'ê nasnameya 3 gerîlayan eşkere kir ku li Zapê şehîd bûn û got:"Em li pêşberî bîranîna hevrêyên xwe Şoreşger, Dijwar û Baz bi hurmet û minet bejna xwe ditewînin ku tevlî karwanê nemiran bûn."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî şehadeta 3 gerîlayan daxuyaniyek da û wiha got:’’Hevrêyên me Şoreşger Mazlûm Malkoç, Dijwar Ararat û Baz Çatak 18’ê Hezîrana 2023’an di êrîşa dijmin de şehîd bûn. Em bi hurmet û minetdarî bejna xwe li hemberî bîranîna hevrêyên xwe Şoreşger, Dijwar û Baz ditewînin ku li her qada ku lê bûn nûnertiya Tevgera me ya Azadiyê kirin û tevlî karwana nemiran bûn. Artêşa Tirk a dagirker ku li Zapê li hemberî berxwedana destanî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê asê ma, darbeyên mezin girt. Hevrêyên me di vê pêvajoyê de ku milîtanên fedayî yên Apoyî bi bicihanîna mîsyonên xwe yên dîrokî derbên dîrokî li dewleta Tirk dan, erkên xwe yên şoreşgerî li gorî pêwîstiyê pêk anîn û bûn xwediyên têkoşîneke mezin. Hevrêyên me yên ku di şert û mercên zehmet ên Zagrosê de gelek xebatên şoreşgerî bi serketî pêk anîn, wê her tim bi fedakarî û keda xwe bên bibîranîn. Di serî de malbatên wan ên hêja em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em soza xwe nû dikin ku ala berxwedanê ya ku hevrêyên me dewrî me kirin, bi serkeftinê li ba bikin û bîranîna şehîdên xwe zindî bikin.

Bi îradeya APO’yî êriş têk birin

Hevrêyê me Şoreşger Malkoç li Şirnexê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Di sala 2011’an de tevlî refên gerîla bû. Hevrêyê me yê ku li Zagrosan kedeke mezin da, di şer û jiyanê de erkên xwe yên pêşengiyê li gorî pêwîstiyê bi cih anî.

Hevrêyê me Şoreşger ku bi moral, coş û dilsoziya xwe ya kûr bû gerîlayekî mînak, 18’ê Hezîrana 2023’an de di êrîşa dijmin a li ser qada Zapê de tevlî karwanên şehîdan bû.

Hevrêyê me Dijwar li nava malbateke Serhedî ku dilsozê nirxên xwe yên welatparêzî û azadiyê ye, li navçeya Avkevirê ya Agiriyê jidayîk bû. Di 15’ê Sibata 2014’an de tevlî refên gerîla bû. Di sala 2017’an de di pêngavekî li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de birîndar bû. Piştî ku tedawiya xwe di demekî kin de temam kir, dîsa cihê xwe di mewziyên şer de girt. Hevrêyê me yê ku di heman demê de di taktîkên gerîla yên serdema nû de jî pispor bû û bû gerîlayekî profesyonel. Bi îradeya Apoyî êrîşên dijmin têk bir û erkê xwe ya pêşengiyê bi awayekî serkeftî bi cih anî.

Bi helwesta xwe ya wêrek, daneheva xwe ya îdeolojîk û hevrêtiya xwe ya jidil û dirust her tim di têkoşîna me de were bibîranîn. 

Hevrêyê me Baz Çatak li navçeya Şax a Wanê di nava malbatekî welatparêz de jidayîk bû. Di sala 2015’an de ji Bakurê Kurdistanê tevlî refên gerîla bû. Hevrêyê me Baz ê ku di sala 2022’an de berpirsyarî girt û derbasî qada Zapê bû.

Heta nefesa xwe ya dawî tawîz ji pîvanên xwe yên milîtaniya Apoyî neda, bi wêrekiyekî mezin şer kir û bi fedakariya xwe bû mînak, bi kesayeta xwe ya sade, helwesta xwe ya serketinê û bi jiyana xwe ya fedakar mîrateyekî têkoşînê ya dewlemend hişt ji me re." Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:

Şoreşger Mazlûm Malçok (Vedat Işik), li Şirnexê jidayîk bûye, 18’ê Hezîrana 2023’an li Zapê şehîd bû.

Dijwar Ararat (Ozkan Kaya), li Agirî jidayîk bûye, 18’ê Hezîrana 2023’an li Zapê şehîd bû.

Baz Çatak (Abdulhalîm Baran), li Wanê jidayîk bûye, 18’ê Hezîrana 2023’an li Zapê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.