Destê bê hine

Nûçeyên Forum

Duşem 3 Adar 2025 - 00:53

OSMAN KAPAN

Laşekî lawaz bişkuhola, di kortikan de çavên windayî, li ser bîbikên çavan şewqek ronî. Li ber bayê diket porê zerik. Bi destên xwe yî biçûk axê dikola û diperçiqand, hûr dikir wekî arvan. Him li axa dayîhev dinerî, him li derdora xwe. Bi wan çavên şewq baş li derdora xwe nêrî, nêrînên wê kûr û dûr bûn. Pêşî bişirî pişt re xemgîn bû, vemirî ronahîya di bîbiken çavan de. Pêşî birûskê lêxist, pişt re di çavên kortik de rondik barîn, rondik tevlî axê bûn, ax bû herî. Bi destên xwe yî biçûk teşe dayê, zilamek çêkir. Got ‘’Yabo.’’ Bi herîya mayî xanîyek çêkir, zilamê ku çêkirî xiste xênî. Di şibakere got ‘’Yabo.’’ Te digot qey pêre diaxive, pêre axivi. Bi ken rabû çû.

Dema vegerîya jineke pê re bû. Nîvê rûyê wê nebû. Di qermîçonkê rûyê wê de janeke kûr. Nîvê rûyê wê janê biribû. Keçikê got: ‘’ Dayê meyzê ev bavê min e.’’ Jinikê bi xemgînî lê meyzand. Serê xwe rakir berê xwe da çiya, di çavan ve du rondik herikîn. Got: ‘’ Keça min bavê te li wir e.’’ û di riya ku hatine vegerîyan. Keçikê berê xwe da çiyê, rahişte ‘’bavê’’ xwe yî ku wê çêkirî, wekî zarokekî xiste himbêza xwe û meşîya. Nedixwest biêşîne ‘’bavê’’ di pêsîrê de. Li besta di quntara çiyê de sekinî, mistek av vexwar. Geh li çiyê dinêrî, geh li ava diherikî. Wê çawa derbas bibin? Kirasê xwe ji xwe kir, li ‘’bavê’’ xwe pêça, desmala xwe wekî werîsekî çêkir, li pişta xwe girêda. Bi baldar derbasî alîye din bû. Kirasê xwe li xwe kir ‘’bavê’’ xwe da ber pêsîra xwe u meşiya ber bi çiyê ve.

Dema gihîşt çiyê, roj li ber ava bû. Li roje meyzand, nikarîbû xweşkahiya rojê salox bike. Germahiyek xwe berda nava dila. Li ber zinarekî rûnişt. Pişta ‘’bavê’’ xwe da zinar û wisa melûl lê dimeyzand, te digot qey li benda axaftina wî ye, baweriya we pê hebû ku ‘’bavê’’ wê, wê pê re biaxive. Wisa ma li benda bavê xwe yê ku tim dayîka wê jê re bahs dikir… Li bendê bû. Hinekî din jî sekinî…. Roj çûbû ava, şevê xemla xwe bi ser çiyande berdabû. Stêrk çiqas xweşik bûn. Li stêrka meyzand, ma çiqas xweş diçirisandin. Mirov li çiya hîn pirtir nêzî stêrka ye.

Lingên xwe mîna balîv çêkir, ‘’bavê’’ xwe bi pêsîra xwe ve şidand, li ser lingên xwe dirêj kir, hejand û got: ‘’Yabo va ez hatim, çima tu nayê cem min? Ma qey bi qasî min bêrîya te kirye, te bêrîya min nekirîye? ’’ Bawişkek hatiyê, çavên xwe miçkirin! Zilamekî dirêj, por reş û bi simbêl hate balê. Got: ‘’Keça min, dilê min rabe here malê, tu hîn biçûkî nikarî li van çiyan debar bikî.’’ Li bavê xwe dimeyzand, qet nedixwest biaxive, tim dixwest ku ew biaxive. Di dilê xwe de got: ‘’ Çi bavêkî min ê xweşik heye.’’ wê bigota “ Ez ê tim li ba te bimînim.” Negot. Piştî qederekê got: “ Yabo were em herin malê.” Bavê wê kuxiya û madê wî zer bû. Dîsa got: “Yabo rabe em herin malê, ez ê bixwînim bibim bijîşk û te sax bikim.” Bavê wê kenîya û got : “Ciyê min evdere, ez nayêm.” û bêdeng devera ku tê re hatî bi şûnve vegeriya çû. Dengek hate guhê wê. Xwe komî ser hev kir. Ev dengê dayika wê bû. Got: “Ez li vir im.” Hatin balê, rahiştinê û birine gund, bibû sibeh. Got: ”Dayê min bavê xwe dît. Yekî dirêj, por reş û bi simbêl bû.” Dayik kenîya û got: “Raste keça min, ew bavê te bû.”

Piştî wê rojê her roj bi çiyan re diaxivî, ew çiyayên ku bavê wê kiribûn mêvan. Herkesî digot: “Dîn bûye.” Bi demê  bes bi çiyan re tenê axivî. Rojekê çû çiyan û venegeriya. Herkesî digot: “Bûye bûka çiyan.” Dayika wê poşman bûbû ku hine li destê wê nexistibû û digot: “Bûka bê desthine dibê qey…”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.