Jina jîr û wêrek: Pelîn Yilmaz
Duşem 5 Gulan 2025 - 03:05
Dayika Pelîn Yilmaz, Muhsîne Yilmaz da zanîn ku keça wê her tim xebatên jinan meşandiye û got: "Em ê doza zarokên xwe bişopînin. Pelînê ji bo aştiyê xebitî. Bila serê hemû Kurdistanê sax be."
Pelîn Yilmaz (Pelîn Zozan) li Xîzan a Bedlîsê di 1981’ê de li Wanê yek ji 5 zarokên malbatekê hat dinê. Hemû kesên wê nas dike bi wêrekiya wê nas dikin. Pelîn Yilmaz di temenê ciwan de ev wêrekiya xwe nîşan daye û ji wê demê de aktîf di têkoşîna azadiyê de cih girtiye.
Pelîn Yilmaz jî wek hemû kurdan bi dijhiqûqiyan re tê rû hev. Pelîn Yilmaz birayekî xwe winda dike û ew jî bixwe tê girtin. Piştî ji girtîgehê derdikeve tevli PKK’ê dibe.
Dayika Pelîn Yilmaz, Muhsîne Yilmaz ya 63 salî der barê keça xwe de axivî.
Pir jîr bû
Muhsîne Yilmaz da zanîn ku Pelîn ji zarokatiya xwe de kesek wêrek, xurt û jîr bûye û got: “Hevalên wê ji ber wêrekiya wê gelek jê hez dikirin. Tenê keça min Pelîn bû. Pelînê tevî temenê biçûk dijhiqûqî qebûl nedikir. Di dersên xwe de pir jîr bû.”
Di xebatan de cih girt
Muhsîne Yilmaz keça xwe wiha vegot: “Rojekê hat malê got tevli xebatan dibim. Me got dibistana xwe biqedîne lê ew bi biryar bû. 23 salan di xebatan de cih girt. Di 2007’an de hat girtin. 7 salan girtî ma. Di hevdîtinekê de min got tu bê berdan bizewice. Lê pir tund bersiv da. Pelînê tu carê li dijî neheqiyê bêdeng nedima. Her tim xwedî li nasnameya xwe derket. Digot divê tu jî tevli xebatan bibî. Der barê jinan de gelek xebat meşand. Tundiya li ser jinan neheqiya li ser jinan qebûl nedikir.”
Pelînê ji bo aştiyê xebitî
Muhsîne Yilmaz di dewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku piştî evqas zilmê nabêjin poşman in û wiha vegot: “Min du zarokên xwe di vê rê de winda kir. Ez li mala xwe rûnanim. Em ê doza zarokên xwe bişopînin. Pelînê ji bo aştiyê xebitî. Bila serê hemû Kurdistanê sax be.”
JINNEWS/WAN