Heta kengî em ê koç bikin?
Duşem 9 Kanûn 2024 - 02:35
Jinên Efrînî qala zor û zehmetiya li ser rêya koçberiyê kirin ku ji piştî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê neçar man careke din koç bikin. Jinên diyar kirin ew tevî hemû zehmetiyan jî têkoşîna xwe dewam dikin wiha gotin:"Heta kengî em ê koç bikin?"
Zor û zehmetiyên jiyanê û travmayên giran ên bi serê jinên Efrînî hatin, rûyê bêrehm ê şer vcareke din raxist pêş çavan. Jinên Efrînî ku ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê ji sala 2018’an û vir ve neçar mane koç bikin, qala zor û zehmetiyên piştî dagirkeriyê kirin.
Bêrîvan ku dayika 4 zarokan e, jineke Êzidî ye ku li Efrînê ji dayik bû û lê mezin bû. Bêrîvan piştî dagirkirina Efrînê li kampên li Şehbayê bi cih bû û got, "Rêwîtiyeke ji zor û zehmetiyan û hewldana xwegihandina herêmên ewle ya çar rojan, bandoreke giran li jiyana me kir. Li gel malbata xwe em neçar man ku rûyê bêrehm ê şer bibînin. Di bin zilma dewleta Tirk û çeteyên wê de bandora travmayên zor û zehmetiyan hîn jî li ser me heye. Di nava şert û mercên giran ên hewayê û tirs û fikara ji ber rewşa nediyar, nizanim bê min çawa zarokên xwe rizgar kir."
Heta kengî em ê koç bikin?
Fatma Mihemed ku dayika 5 zarokan e, piştî dagirkirina Efrînê li Kampa Serdemê dima. Ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê cara duyemîn neçar ma koç bike. Fatma Mihemed got, “Ji sala 2018’an û vir ve me travmayên giran dît. Darên me yên zeytûnê ku me bi destê xwe çandin, bi carekê ketin destê dewleta Tirk û çeteyên wê. Li pey rewşeke nû em li Şehbayê bi cih bûn, li wir jî em aram nebûn. Destpêkê em li kampan bi cih bûn û me sîstemeke nû ya jiyanê ava kir, lê belê bi demê re ev yek jî ji me standin. Hîn êşa Efrînê bi dawî nebû bû, em careke din neçar man ku koç bikin. Dixwazim bipirsim: Ev zilm wê heta kengî dewam bike? Heta kengî em ê koç bikin?"
Em ê têkoşîna xwe dewam bikin
Fatma Mihemed da zanîn zarokên wan li ber çavên wan hatine qetilkirin û got:"Ev êşên ku bi hêviya jiyaneke ewle bi serê me ve tê, di ruhê min de dibe birîneke giran. Her rojeke me nediyar e ku em têkoşîna ji bo jiyanê dimeşînin. Lê belê bêyî windakirina hêviyên xwe, ji bo rojên hîn xweş em ê têkoşîna xwe dewam bikin."
ANF/HESEKÊ