- Li Başurê Kurdistanê, gelê Kurd bi temamî ji rayedarên Kurdî, û bi taybetî ji PDK û YNK´ê bi hêrs in.
Li Başurê Kurdistanê, gelê Kurd bi temamî ji rayedarên Kurdî, û bi taybetî ji PDK û YNK´ê bi hêrs in. Ev gotin êdî rastiyek e. Heger beriya bi 10 salan, heyeteke Kurd biçûya Ewrûpayê, revenda Kurdî bi gul û silavên germ ew pêşwazî dikir. Lê îro roj, rayedarên Herema Kurdistanê, neçar in ku veşartî û dûrî çavên gel biçin Ewrûpayê. Edî nawêrin bikevin nav gelê xwe.
Hêkbarandina li Mesrûr Barzanî û heyeta wî, bûyereke cidî bû. Êdî gelê Kurd kete qonaxeke din, ji bo nîşandana hêrs û nerazîbûna xwe li dijî wan rayedarên ketine nav qirêja gendeliyê û bertîlxur.
Viktor Hugo dibêje, gava diktatorî bûye realîte û heqîqet, êdî şoreş û berxwedan dibe maf û wezîfe. Niha erka gel ew e ku bi cidî li dor alternatîf û şoreşekê cihê xwe bigire. Hûn binihêrin, ka çi qasî sebr û tehemula gel a ji 30 salan û vir ve bûye sedem ku hukm û zilmavan çete û malbatan dewam bike. Ya girîng ew e ku êdî gel bi xwe lê binihêre, ka gelo Alternatif heye yan na? Gelo meriv çawa dikare dilê xwe bi vê statuya gendel û çetewar xweş bike? Gelo em dikarin kurdayetiya ya saxte dîsa ji nû ve sererast bikin? Bersiva wan pirsan hemûyan, mixabin “nexêr” û NA ye.
Îro li Başûrê Kurdistanê, tevî êrişên dewleta Tirk û Iraqê jî, kurdayetiya sexte û qelp, sedema herî mezin e li diji rastîniya Kurd û nasnameya şoreşgêriya Kurd û Kurdistanê. Hûn binihêrin çawa li deverên cuda êrişê dibin ser gerilla û gel. Li çiyayên Kurdistanê, her roj şer û bombardiman e. Li Şengalê dîsa ferman e. Arteşa Tirk her roj dagirkariya xwe zêdetir dike. Rayedarên kurdayetiya sexte jî wekî kirêgirtî (yanî murtezeqe) ketine xizmeta bêbextiya Tirkan.
Li bajêrên Kurdistanê jî, ew çeteyên kurdayetiya sexte, roj bi roj gel birçî û perîşan dikin. Hûn binihêrin ka gel çiqasî perîşan e ji destê PDK û YNK´ê? Tenê yek xizmetguzariya piçûk jî, bi awayekî normal û hêsan pêşkeşî xelkê nakin. Kal û pîr û feqîrên gel, li ser cade û li benda mûçe û Meaşê xwe, dimirin. Pereyên dahata neftê jî ji bankeya wan çeteyan re diçin; ji bo gel nîne. Niha şerê mezin ê li ser gaza Kurdistanê heye.
Pereyên gaz û neftê ne ji bo gel in. Tenê ew malbat û çete serwet û samanê welat talan dikin.
Gava li çiyayên welêt êrişên qirêj û xeddar li dijî gerîla hene, li bajêrên welat jî êrişa qirêj û xeddar li dijî gel heye; gava li ser navê kurdayetiyê ew çete xelkê perîşan dikin, êdî hêviyeke nemaye ji bo sererastkirina kurdayetiya sexte. Êdî zilm û neheqî bûye realite û heqîqet. Wekî Viktor Hugo gotî: Êdî dîktatorî bûye heqîqetek. Loma êdî şoreş li dijî kurdayetiya sexte bûye erk û wezîfeya gel. Lêgerîna li alternatîfê êdî bûye pêdiviyeke pirr zelal û acîl e. Bila em êdî li alternatîfa kurdiayetiya sexte û qelp bigerin. ...
parvê bike
Nivîsên Seevan SAEED
Tecrîda giran a 24 salan
8 sibatê
Jin jiyan azadî
5 cotmeh
Li ku bên rawestandin ew der sînor e
2 tebaxê