Gelo dadgehê çareser kir!

Nûçeyên Forum

Şemî 15 Nîsan 2023 - 01:59

  • Deverên li ser wan nakokî heye di navbera Bexda û Hewlêrê de yên weke Kerkûk û Xaneqînê, yên ku di şerê li dijî DAIŞ´ê de bi xwîna sedan şehîdên Kurd hatibûn rizgarkirin, dibe ku heta hetayê ji dest çûbin.  

DASTAN JASIM* 

 

Gava ku sala 2013´an xeta lûleyên neftê di navbera Teqteq a di warê neftê de dewlemend û Ceyhanê de bi dawî bû, ev gava yekalî ya stratejîk a serokwezîrê hingê yê hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Iraqê** Nêçîrvan Barzanî, dijwarkirina aloziya di navbera Hewlêr û Bexdayê de bû. Serokwezîrê hingê yê Iraqê Nûrî Malikî yê weke hevalbendê Îranê dihat dîtin, şerekî nava Iraqê yê dijwar li dijî elîtên siyasî yên Kurd û Sunî danî ber xwe. Di arîşeya bi Kurdistanê de encamên yekser ên darayî hebûn. Ji bilî gurbûna minaqeşeyên neteweperest ên li ser ji nû ve îlhaqkirina Kerkûkê, ya ku bi awayekî îronîk milîsên Heşd-el-Şaebî sala 2017´an bir serî, mesele her wiha cemidandina budceya Iraqê ya ji bo Herêma Kurdistanê*** bû. Lewma fermî, Herêma Kurdistanê tevahiya nefta ku derdixe, divê di ser şirketa dewletê ya neftê SOMO´yê re hinardeyê derveyî Iraqê bike û beramberî vê jî beşa ji budceya Iraqê ya qederê 12 ji sedî wergire. Ev yek gelek caran hat rexnekirin, ji ber ku li gorî texmînan serjimara Herêma Kurdistanê ji 12 ji sedî bêhtir e. Nexasim jî ji ber ku piştî şerê li dijî DAIŞ´ê gelek penaberan xwe spart herêma xweser a Kurdistanê. Xisûseke din a li serê minaqeşe hene, ew e ku di destûra Iraqê de çend  xisûsên ne zelal hene li ser xebitandina zeviyên neftê. Herçî şirovekirina aliyê Kurd a vê metna destûrê ye, ew dibêje, zeviyên neftê yên ku piştî erêkirina destûra Iraqê hatine dîtin, Rêveberiya Herêmê dikare wan bi rê ve bibe. Jixwe, Hikûmeta Hewlêrê xwe spart vê şiroveyê, gava ku wê têkiliyên hinardekirina neftê yên yekser bi Tirkiyeyê re danîn. Îro roj, nefta Kurdan di ser Ceyhanê re bi keştiyan tê hinardekirinî Îtalya, Yewnanistan û Îsraîlê. Hikûmeta Hewlêrê bi milyonan dolaran kar dike, lê ev milyon dolar pirr kêm caran digihin xelkê herêmê. 

 

Heger hêsan bû çima bi salan nehat çareserkirin

Di Gulana 2014´an de SOMO´yê rêya hiqûqî da ber xwe û giliyê Tirkiyeyê kir li cem Dadgeha Navneteweyî ya Bazirganiyê (ICC) ya li Parîsê. Argumana wê ew bû ku xeta lûleyan a nû peymana di navbera Iraq û Tirkiyeyê de ya li ser xetên lûleyê ya 1973´yan bin pê dike. Niha piştî gilî bi salan, dadgehê biryar da: Iraq bi xwe heq e û her hinardekirina neftê ya di navbera Tirkiye û Hikûmeta Hewlêrê de neqanûnî bûne. Encamên biryarê: Tevahiya hinardekirina ji Herêma Kurdistanê hatin sekinandin. Çavdêr ji ber peywenda Iraqî-Kurdî de li bendê bûn ku aloziya dîplomatîk rû bide û dijwar bibe. Lê belê weke wan nebû: Hefteya bihurî sêşemê Tirkiye û Iraqê di encama muzakereyan de li hev kir û heta serokwezîrê Iraqê Muhemed Şîa el-Sûdanî gotinên lihevker û aştîxwaz kirin. Duşema beriya wê wî got, ti rêya din hingê li ber aliyê Kurd nemabû, ji ber ku beramberî minaqeşeyên li ser budceyê û ji ber ku hikûmeta Iraqê budceya wê hingê cemidandibû. Ji aliyê Hewlêrê, sermeselê serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî jî daxuyaniyên bidîqet dan. Wî pesnê lihevkirina demkî ya Tirkiyeyê bi Iraqê re da. Wisa diyar e ku vegera li normalbûnê kêfa her kesî tîne, lewma li gorî lihevkirinê Hikûmeta Hewlêrê wê karibe dîsa jî neftê derxe, heger di çarçoveya mîqdara hinardekirinê ya diyarkirî de be û bê îstîsna hinardekirin di ser SOMO´yê ve bimeşe. Lê belê, bila ev daxwaziya ji bo muzakereyan ti kesî metelmayî nehêle, ji ber ku di heman demê de OPEC´ê û her wiha Erebistana Siûdî û Rûsyayê biryar dan ku hilberîna neftê bi sînor bikin. Vê yekê jî buhayê neftê zêde zêde kiribû. Aştiya di navbera Enqere, Hewlêr û Bexdayê de beriyan her tiştî. Tiştekî diyar bi xwe re tîne: pereyê bi lezgînî lazim wê bikeve xezîne û kîsan. Aliyên mizakere kirin pirr kêfxweş in; herçî xelkê li erdên desthilata wan in, reaksiyona wan pirr nerm û navînî bû. Bi her halî dilê xelkê Herêma Kurdistanê hinekî rehet bû, ji ber ku niha lihevkirinek heye û belkî hinek jî îstîqrara malî hebe li Herêma Kurdistanê. Lewma pirraniya xelkê memûr û karker in di xizmetên dewletê de û mûçeyê wan jî girêdayî dahata ji firotina neftê ye. Dahata ji firotina neftê gelek caran tê sekinandin û ev jî dana mûçeyan ne mumkin dike. Pirseke ku ji bo xelkê herêmê ezab e jî ev e: Gelo hêja bû ku nakokî û alozî evqas salan dewam bike, tevî ku niha evqasî bi hêsanî hat çareserkirin?

 

Dibe ku Kerkûk heta hetayê ji dest çûbe

Divê em ji bîr nekin ku şerê di navbera Hewlêr û Bexdayê de tevî dijwarkirina aloziyê bi destê Nûrî Malikî her wiha xelkê Sunî tundraw kir. Ev yek paşê bi kêra DAIŞ´ê hat û rê vekir li ber damezirandina Heşd el-Şaebî. Helbet daxwaza referandûmê ya bêserî ya Barzanî û jidestdana herêmên li ser wan nakokî di navbera Bexda û Hewlêrê de heye – weke ku ev ne bes be, ev herêm ketin destê milîsên Heşd el-Şaebî - jî sûncê vê aloziyê bû. Deverên li ser wan nakokî heye di navbera Bexda û Hewlêrê de yên weke Kerkûk û Xaneqînê, yên ku di şerê li dijî DAIŞ´ê de bi xwîna sedan şehîdên Kurd hatibûn rizgarkirin, dibe ku heta hetayê ji dest çûbin. Yan jî em bi gotinên rojnamevanê serbest ê li Silêmaniyê bicihbûyî Winthrop Rodger îfade bikin: "Beramberî reng û awayê ku hem rêveberiya PDK´ê û hem jî ya YNK´ê behsa kar û avantajên vê lihevkirinê dikin, bi ya min hêja ye mirov bipirse, çima lazim bû di ser referandûmê re pênc salan derbas bibin ji bo ku ha werin vî cihê îro lê, li ser rê jî rêzek lihevkirinên budceyê jî hatin binpêkirin."

Gelek xwîn, êş, azar û şer bûn berdêla aloziyeke welê ya ku dawiya dawî, li dadgehê hat çareserkirin.

 

 

* Li German Institute for Global and Area Studies xwendekara doktorayê ye.

** Navê fermî yê hersê wilayetên ser bi herêma xweser a Kurdistanê ya li Başûrê Kurdistanê. Gelek caran bi kurteya Ingilîzî KRI tê binavkirin.

*** Li nava herêmên di bin desthilata Hikûmeta Hewlêrê de ji van 3 parêzgehên Başûrê Kurdistanê re "Herêma Kurdistanê" tê gotin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.