Divê beşdariya siyasî ya jinan xurt bibe
Şemî 12 Nîsan 2025 - 02:45
Çalakvanên jin ên Îraqî bal kişandin ser girîngiya bihêzkirina jinan a siyasî û wiha gotin: "Divê beşdariya siyasî ya jinan xurt bibe."
Yasaya kotaya jinan, rolek girîng di misogerkirina nûnertiya jinan a di parlementoyê û encûmenên xwecihî de dilîze. Lê ew bi tena serê xwe têr nake, ger ku hawîrdorên ewledar ên ku piştgirî didin beşdarbûna jinan û kêmkirina tundî û cudakariyê destek nedinê. Her wiha hewcedariyek lezgîn bi pêşxistina siyasetên ku derfetên wekhev ji jinan re di siyaset û karûbarê giştî de teşwîq dike, heye.
Aktîvîstên jin ên Îraqî diyar kirin ku tevlîbûna jinan a li pêvajoya siyasî, di bin asta xeyalan de ye. Tevî pêşketinên berbiçav ku di van salên dawî de jinên Îraqî bidest xistine jî, di gihîştina cîhên biryardayînê de bi kêşeyan re rûbirû dimînin.
Pêdiviya guhertinên radîkal
Ezhar El-Şêxilî got ku ew di wê baweriyê de ne ku hilbijartinên pêş de, dê bibin faktora diyarker di guhertinan de. Ezhar El-Şêxilî wiha anî ziman ku pêdiviya wan bi guhertineke radîkal heye û wiha pê de çû: “Guhertinek ku tevahiya pergalê di nav xwe de bigire. Di şert û mercên niha de guhertina destûrê gelekî zehmet e û pêdivî bi referandûmê û erêkirina pirdengî ya ji bo guhertina vê destûrê heye. Guhertina ku di medyayê de behsa wê tê kirin, tekezî li ser hilweşandina komên çekdar dike. Lê berjewendiyên dewletên rojavayî, bi taybetî yên Emerikî, ew bi qasî ku bi berjewendiyên xwe re eleqedar e ne xema êş û azarên Îraqê ye. Divê hikûmeta Îraqê derfetên kar ji bo hemû derçûyan peyda bike. Îraq ji hejmareke zêde ya karmendan û kesên malnişîn pêk tê û li gorî welatên mezin êşê dikşîne."
Divê beşdariya siyasî ya jinan xurt bibe
Pispora stratejîk Nediya El-Cedûa da zanîn ku pirsgirêka beşdariya siyasî ya jinan li Îraqê pêwîstî bi danberhevek ne konvansiyonel heye ku aliyên geşedanê, yasayî û siyasî bi hev ve girê dide. Nediya El-Cedûa wiha got: "Divê hêza siyasî ya jinan bi veqetandina çend kursiyan an jî misogerkirina nûnertiya jinan a di cîhên biryardayînê de nemîne. Divê hewl bide ku beşdariyeke siyasî ya bi bandor bi dest bixe ku bi eşkere bandorê li saziyên siyasî bike û pirsgirêkên jinan di nav polîtîkayên giştî û xebatên geşepêdanê de bike yek."
Jin bi kêşeyan rû bi rû dimînin
Çalakvana Hiqûqî Enwar Dewoud El-Xefecî diyar kir ku Îraq şahidê her çerxa hilbijartinê ya bi hêviyên guhertinên siyasî ye, lê ezmûnên berê nîşan didin ku hilbijartin bi gelemperî heman çîna serdest ji ber kotayên mezhebî, gendelî û destwerdanên biyaniyan dubare dikin. Enwar El-Xefecî wiha got: “Bi bandora berdewam a komên çekdar û hêzên herêmî re, zehmet e ku mirov li benda veguherînên rastîn ên siyasî be. Lê zêdebûna hişyariya gel û zexta navneteweyî dibe ku ji bo guhertinên gav bi gav bibe sedem. Jin bi kêşeyên girîng re rû bi rû dimînin, wek bandora eşîrî, piştgirîya lawaz ya partiyê û astengiyên civakî.”
NÛJINHA/RECA HEMÎD REŞÎD/ÎRAQ