Fermandarê fedayî: Elî Serhed
Pêncşem 7 Tebax 2025 - 03:55
- HPG-NRÇ’ê nasnameya Fermandar Elî Serhed eşkere kir û got:’’Çawa ku fermandarê me yê fedayî Hevrê Elî ji bo parastina şervanên xwe her tiştê xwe feda kir, em ê jî bi heman awayî li ser xeta fedayitiyê bimeşin.”
HPG-NRÇ’ê nasnameya Fermandar Elî Serhed eşkere kir. Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê (HPG-NRÇ) bi vî rengî ye:“Hevrêyê me Elî, yek ji mîlîtanên bêwestan yên vê karwanê û endamê Hêzên Taybet bû ku ji roja tevlî refên têkoşînê bû heta kêliya şehadeta xwe, bi kesayetiya xwe ya dilsoz, rast û kedkar, bi girêdana xwe ya bêhempa ya bi Rêbertiya me, şehîdên me û nirxên azadiyê re, fedayiyekî bijarte bû. Hevrê Elî di her xebatê de bi ciddiyet û hesasiyeta xwe dihat nasîn. Fedayiyên Apoyî wekî keleha berxwedanê navê xwe di dîroka têkoşîna me de nivîsand û hê jî di berxwedana destanî ya serdema me de pêşengî dike. Di şerê li herêma Zapê ya Şehîd Delîl Batî de beşdar bû û li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li wir hatin pêşxistin, li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi fermandariyê berpirsiyariyeke dîrokî û girîng girt ser xwe. Bi hevrêyên xwe re tûnelên şer pêş xist, Girê Cûdî kir keleheke berxwedanê û li dijî dijmin derbeyên giran da. Demeke dirêj li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, fermandariya Tûnela Şehîd Yunus kir. Hevrêyê me, bi taktîk, profesyonelî, ruhê fedayî yê bilind û performansa leşkerî ya layîqî temsîl kir, di demên herî dijwar de bi manewiyata xwe ya xurt û girêdana xwe ya bi hevrêyên xwe re serkeftî bû. Hevrê Elî, bi coş, heyecan û evîna azadiyê têkoşîna xwe dest pê kir û di lûtkeyê de qedand. Hevrê Elî di 29’ê Kanûna 2024’an de dema ku hewl da êrîşeke dijmin pûç bike, weke her carê bi wêrekiya xwe pêş ket û ji bo parastina şervanên xwe rîskek mezin girt û gihîşte şehadetê. Bi şehadeta xwe, ji bo me bû sedema mezinkirina têkoşînê û israra li ser jiyana azad. Em diyar dikin ku bîranîna hêja ya Hevrê Elî em ê wî her tim di têkoşîna xwe de bidin jiyandin. Çawa ku fermandarê me yê fedayî Hevrê Elî ji bo parastina şervanên xwe her tiştê xwe feda kir, em ê jî weke şopdarên wî, ji bo azadiya Rêber Apo û gelê me bi heman awayî li ser xeta fedayitiyê bimeşin. Em weke hevrêyên wî, ji malbata hêja ya Hevrê Elî Serhed, ji gelê me yê welatparêz ê Elcewazê û tevahiya Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin û soz didin ku armanc û xeyalên Hevrê Elî wê bêguman bên cîbicîkirin.
Îradeya APO’yî nîşanî herkesê da
Hevrêyê me Elî li navçeya Elcewazê ya Bedlîsê ku bi berxwedanên dîrokî û welatparêziya kûr tê zanîn, jidayîk bû. Di sala 2014’an de tevlî refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bû. Bi armanca pêkanîna xeyalên şehîdan li ser xeta Apoyî xwe bo tevlîbûna Hêzên Taybet pêşniyar kir. Di sala 2018’an de tevlî perwerdeyên di çarçoveya Hêzên Taybet de bû û ji bo gihîştina kesayetiyeke fedayî ya Apoyî hewldaneke mezin da. Li dijî operasyona dagirkeriyê ya artêşa Tirk a li Zap, Avaşîn û Metîna, bi fedayitî berxweda, bi îradeya gerîlayên Apoyî yên bêşikestin nîşanî dost û dijminan da û di şopa hevrêyên xwe de meşiya. Bi jîrbûna xwe ya di taktîkên demê de, bi zîrekiya xwe ya di çareserkirina pirsgirêkan de, bi israra xwe ya li ser lêdana li dijmin, bi afirîneriya xwe ya taktîkî ya di pûçkirina êrîşên tinekirinê yên dijmin de û bi helwesta xwe ya zelal a li ser xeta fedayîtiyê, li herêma Zapê ya Şehîd Delîl Batî berpirsiyarî girt û gelek xebat bi serkeftî bi cih anî.
Birîndariya giran nekarî pêşî lê bigre
Di operasyoneke şoreşgerî ya li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê de ji stûyê xwe guleyek xwar û bi giranî birîndar bû. Lê bi îradeya xwe ya xurt û bi azmûna xwe zû baş bû, ji qadên berxwedanê û hevrêyên xwe yên fedayî yên ku pir jê hez dikir dûr neket û dîsa tevlî berxwedana dîrokî bû. Vê carê bi zêdetir hişmendî, jêhatîbûn û hêrsa tola ji dijmin hilanê, derbasî Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bû û fermandariya Tûnela Şehîd Yunus girt ser xwe. Zêdetirî sê salan li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, bi îradeya fedayî ya Apoyî derbeyên mezin li dijmin xist û wekî fermandarekî fedayî navê xwe di dîroka têkoşîna me de nivîsand. Hevrêyê me Elî, bi hevrêtiya xwe ya dilsoz, rast û dilgerm, di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt û ji me re mîraseke têkoşînê ya nejêbîrkirin hişt. Di 29’ê Kanûna 2024’an de tevlî karwanê şehîdan bû, em soz didin ku helwesta fedayî ya Apoyî û azmûna têkoşîna hevrê Elî wê ji bo me bibe mînak û bîranînên wî wê her tim bijî.” Agahiyên nasnameyê yên hevrê Elî Serhed ê ku gihîşt şehadetê wiha ne:
Elî Serhed (Gurkan Ogmen), li Bedlîsê jidayîk bûye, 29’ê Kanûna 2024’an li Zapê şehîd bû.
BEHDÎNAN