Li hember komkujiyan xemsar in
În 11 Nîsan 2025 - 03:00
Xizmên Enfalkiriyên Helebceyê ji xemsariya herdu hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqê li hember wan bifikarin ku heta niha nekariye rûfatên xizmên xwe bînin.
Ev 37 sal in Hikûmeta Herêma Kurdistanê nekarî zextê li Hikûmeta Iraqê bike ku rûfatên (hestî) hemû qurbaniyên Enfalê vegerîne cih û warên wan. Têkildarî mijarê, ji rizgarbûyên Enfalê Elî Arif hest û dîtinên xwe re parve kir û wiha got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi derxistina yasayeke taybet nekariye malbatên Enfalkiriyan dilxweş bike. Hejmara qurbaniyên Enfalê li Helebce zêdetirî 2 hezar û 500 kes in. Rûfatên şehîdên me di nava ba û toza çolên Iraqê de ne.”
Her wisa Elî Arif got; “Herdu hikûmet ango Hikûmeta Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqê jî di gihandina rûfatên qurbaniyên Enfalê ji malbatên wan re îhmal dikin. Lihevkirineke siyasî di navbera wan de heye ku çi qas bixwazin ew qas li ser vê dosyayê diaxivin. Li hember malbatên mexdûrên Enfalê hemû xemsar in. Ji Sedî 5 jî xizmeta malbatên mexdûrên Enfalê nehatiye kirin.”
Her wisa Seroka Rêxistina Lahay ya Jenosîda Helebce Kiwêstan Ekrem ji derbarê mijarê de got; “Mijara Enfal û kîmyabarana Helebceyê bi awayekî cidî ji aliyê Parlamentoya Herêma Kurdistanê ve nehatiye çareserkirin. Ev jî ji ber xemsariya komîteyên parlamentoyê yên di warê enfal û şehîdan de kar dikine. Tevî ku li Parlamentoya Iraqê bi awayekî fermî ev dosyaya jenosîda Helebceyê hat naskirin jî, lê ji aliyê Desteya Wezîran ya Iraqê ve wek biryarekê derneketiye.”
ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN