Jinên kurd bi têkoşînê tên naskirin
Çarşem 26 Adar 2025 - 03:10
Çalakvana jin a Iraqî Ezhar El-Cebûrî ku beşdarî şahiya Newrozê li Amedê bû, bal kişand ser têkoşîna jinên Kurd û got: "Pêkanîna tecrûbeyên wan li herêmên me jî wê ewlehî û îstiqrarê bi xwe re ava bike."
Çalakvana jin a Iraqî Ezhar El-Cebûrî ya beşdarî şahiya Newrozê ya li Amedê bûbû. Ezhar El-Cebûrî li ser kelecana qada Newrozê dibêje: "Gelê Kurd bi nasname û netewa xwe ve gelek girêdayî ne. Rewşa jinan li Amedê bandorê li rewşa jinan a Afrîkayê û tevahî Rojhilata Navîn dike. "
Parvekirina tecrûbeyan
Ezhar El-Cebûrî bal kişand ser erêkirina zagona Rewşa Kesane û destnîşan kir ku bi vê yekê re rê li pêşiya zewaca biçûk di temenê 9 salî de tê vekirin û ev ji bo jinan metirsiyek mezin e.
Hebûna rola jinan
Ezhar El-Cebûrî dest nîşanî rewşa jina Iraqî di qada siyasî de kir û wiha domand: "Di destûra Iraqî de ji sadî 25 jin dikarin cih di warên siyasî de bigrin. Em ji vê biryarê nerazî ne û divê rol û hebûna jinan di nava qadên siyasî û cihên biryardayînê de xurtir bibe. Pêşxistina rola jinan a siyasî jî dikeve ser milên civaka sivîl, rêxistinên jin û partiyan. Ji ber piştevaniya partiyên siyasî ji hebûna rola jinan di qada siyasî de nîn bû, jina Iraqî nekarîbû bi tenê hebûna xwe îsbat bike. Hewceya wê bi piştgiriyek siyasî heye."
Jinên kurd bi têkoşînê tên naskirin
Ezhar El-Cebûrî diyar kir ku tecrûbeya jinên Kurd di hemû qadên civakî de cihê serbilindiyê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Jinên Kurd partî û rêxistinên mezin bi rê ve dibin. Ew bi têkoşîn û berxwedana xwe tên naskirin. Her wiha tecrûbeya wan a pêkanîna pergala hevseroktiyê jî li cîhanê deng veda û jina Kurd mafê xwe di warê siyasî de bi dest xist. Pêkanîna tecrûbeyên wan li herêmên me jî wê ewlehî û îstiqrarê bi xwe re ava bike."
NÛJINHA/ZIHÛR EL-MEŞREQÎ/AMED