OSMAN KAPAN
Li ber qeraxê çem rûnistibû,bi çavên xayîs derdor raçav dikirin.ewqasî bi baldarî li derdorê di nerîn te digot qey; pisporên xwezayê ne,dixwazin wan deveran kifş bikin.Lêbelê ku mirov baş li wan çava binêriya,bêrî kirin, hesret û kedera ku jê dirijiya dê bidîtana.Tivavekê welê bê deng dedora xwe temaşe kirin. Pişt re kurik rahişte şerbik û ji cem av dagirt anî.Keçikê serê xwe rakir,lê nihêrî bi dengekî nizim got:
“ Te ji ku zanîbû ku ez tî bûm e?“ Kurik bêdeng ma.Lewra ew ne ji bona tî bûna wê çûbû av anînê,ji ber ku bi leyîzin av anîbû.Bes ev jê re negot.çawa be ew; “ zlam e, her tiştî zane!“ Lê ev jî jê re negot,leyîstika ku dixwest bi leyîze jî di gewriya wî de ma.Piştî bîstekê keçikê got:
“ Çeko were em bi heftik bileyîzin.“ Çeko, bi lez xwe berda ber çem çardeh zixurkên gilover dane hev û anîn.Heft destikan leyîstin, her heft dest jî keçikê qezanç kirin.Lê her car berpêkeke Çeko hebû. Carina digot; zixur ji destê min şemitî,tiliya min kul e,siuda te he ye,ev lîstika keçika ye,ku em bi xar bi leyîzin tê bibîne…“ Digot û hey digot. Keçikê kesereke kur kişand, bi dengejî kelegirî got:
“ Ku siuda min hebûna dê bavê min ligel min bûna. Ka siud?“ Dîsa bi çavên xayîs û şilek li derdorê nihêrî. Çeko jî xemgîn bû.Lewra bavê wî jî hatibû bîrê.Her du li heman taxê, cînarê hev bûn,her du jî bê bav bûn, bes heya niha ji hev ne pirsî bûn bê bavê wan li ku ne, an jî çi bi wan hatiye.Çeko, bi dengekî xemgîn got:
Zozê, bavê te li ku ye?“ Zozan ji dahmde rabû çû li ser kevirekî di nava çem de rûnişt,li avê nihêrî, çavên wê şil bûn, ji kanîka çavan rondik herikîn tevlî ava çem bûn.Xwe bi xwe got; “ dibe ku bavê min ji vê avê tevî rondikê çavên minvexwe !“ Çeko,poşman bûbû ku behsa siudê kiribû.Lê gotin ji nav lêvan filitîbû, êdî bi şun ve nedihat.Ew jî çû li kêleka wê rûnişt û bi dengekî tewanbar got:“ ma bavê te tenê nîn e,bavê min jî nîn e.“ Zozan li xwe hay bû ku bavê Çeko jî nîn e ^z heya niha ji hevûdin ne pirsî ne bê bavê wan li kuye.Zozan got:
“Çeko, bavê te li ku ye?” Vêcarê dilê Çeko zîz bû, çavên wî sor bûn, xwe di şidand ku negirî. Lewra diviya ew negiriya, ji ber ku zilam bû.Ku bigiriyana jî, diviya kesî nedîtibana.Bavê wî li ku bû,çi dikir,bi ku ve çû bû? Qet nizanîbû,Lewra carekê duduyan ji dayîka xwe pirsîbû, her cara di pirsî, dayîka wî digot:” Kurê min ez nizanim, bavê te bê seruşo ye…” Dema ku winda bûyî çendekî lê pirsî bûn,devereke ku serî lênedayî ne hiştibûn,lê tu agahî jê negirtibûn.Hinekan gigot,jîtemê biriye di bîrên asîdê de tune kirine, hinekan digot, hîzbûlkontra ew revandine û binkuç kirine…” Çeko çi bersiv bidayê nizanîbû.Hema di ber xwede got;”nizanim, dibêjin bavê te winda ye.” Zozan m a li bendê ku çeko biaxive, lê gotin jê çenebû.Zozanê jî tu fam nekiribû, ji bona ku xeemgîniya di çavê wî de didît,gotin dirêj nekir. Lê pirs li pey pirsê li taqên dîwarê hişê wê diketein.
Roj hino hino bi jor ve hildikişiya, wan di bêdengiya xwede birînên dilê xwe dialastin, da janê kêm bikin.Di temenekî biçûk de bi jin û êşê de rû bi rû mabûn.Îca çeko bavê Zozanê mereq dikir,erê xelkê di got, ji derve ye.Ew derve ku der bû? Qet nizanîbû.Got:” Zozê, bavê te li kû ye ?” Zozanê çavên xwe kuskusande çiyayê li hemberî xwe,lê jê dûr û got:”Dayîka min dibêje, mala bavê te li wire.Niha dixebite, ku karê wî qediya dê werê mal…”
Dem û dewran qulipîn, ne bavê Zozanê hat,ne yê çeko. Bi hev re mezin bûn,rojekê biharê dîsa li qeraxê çem kul,hesret û derdên xwe par ve dikirin,êdî di ferqa her tiştî de bûn û derdên wan jî mezintirbûn.çeko behsa xweşiya biharê dikir.Zozan ji nişkêve gotibû: “Ji dilên bi êş re bihar nîn e” we rojê bi hev re biryar dabûn ku berê xwe bidin çiyan.
Êdî navsere bûn,li navsera çiyayê bilind, Zozanê çîroka xwe ji hevalên xwe re digot,her yekê/î çîroka xwe digot,cih ne têde çîrok hemî dişibiyane hev.Hîn jî çîrok bi dawî nebû ye…