Malbatên endamên YBŞ'ê di çalakiyê de ne
Pêncşem 10 Nîsan 2025 - 03:10
Malbatên 5 endamên YBŞ'ê yên ji hêla artêşa Iraqê ve bi birîndarî hatine dîlgirtin, li pêşiya Navenda Îstîxbaratê ya li Şengalê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin. Malbatan, got: "Ew zarokên ku îro di destê wan de girtî ne ew jî li pey şehîdan e. Ev zarok axa xwe diparêzin."
Artêşa Iraqê di 18’ê Adarê de li Şengalê kêmîn li ber wesayîta endamên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) danîn. Bi vê yekê re alozî derket û fermandarek û 2 endamên YBŞ'ê birîndar bûn. Bi giştî 5 endamên YBŞ’ê ji aliyê artêşa Iraqê ve dîl hatin girtin. Piştî girtina her 5 endamên YBŞ'ê malbatên wan ji 14 welatan re name şandin û xwestin ku li hemberî girtina zarokên wan bêdeng nemînin. Her çendî hikûmeta Iraqê ji malbatan re bigote em ê berdin jî ev 23 roj ji ser girtina wan re derbas bûn hêj nehatine berdan. Li dijî neberdana endamên YBŞ'ê malbatên wan li ber Navenda Îstîxbaratê ya Şengalê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Malbatên ku 8 roj in di çalakiyê de ne daxwaza berdana zarokên xwe dikin.
Malbat axivîn û gotin ku heta zarokên wan tên berdan dê çalakiya xwe bidomînin.
Axa xwe diparêzin
Dayika endamê YBŞ'ê Ferîd Revo, Zozan Sîmo diyar kir ku zarokên wan 11 sal in axa Iraqê diparêzin û got ku heta ku zarokên wan tên berdan ew ê çalakiya xwe bidomînin. Zozan Sîmo, got: “Zarokên me girtî ne û em ti agahiyê ji wan nastînin. Beriya niha hikûmeta Iraqê got em ê zarokên we berdin. Ji ber vê gotina wan em piçek rehet bûn. Lê piştre gotin,'em bernadin.' Daxwaza me ji dewleta Iraqê re û wezîrê wan re ew e ku zarokên me berdin. Ev her 5 YBŞ’î ne. Me xwe ji fermanê rizgar kir. Wê demê YBŞ ava bû û zarokên Êzidiyan li berx we dan û em rizgar kirin. Di vê oxirê de me bi hezaran şehîd dan. Ew zarokên ku îro di destê wan de girtî ne ew jî li pey şehîdan e. Ev zarok axa xwe diparêzin."
Daxwaza berdana zarokê xwe kir
Dayika endamê YBŞ'ê Ahmed Emîn, Neam Elyas jî anî ziman ku hikûmeta Bexdayê soza ku daye wan pêk ne aniye û wiha domand: “Em dixwazin ku tiştekî ji zarokên xwe bizanin. Lêbelê em ti agahî ji zarokên xwe nastînîn. Mafê me ye ku em tiştekî ji zarokên xwe bizanîn. Hikûmeta Iraqê zarokên me anîne Bexdayê. Em jî weke dayikên wan her pênc şervanan li ber deriyê îstîxbarata Iraqê ne û daxwaza berdana zarokên xwe dikin.”
Banga piştevaniyê
Xwişka endamê YBŞ’ê Ferîd Revo, Emîra Zozan jî bi lêv kir ku girtina 5 endamên YBŞ'ê biryareke sosret e û bang li hikûmeta Iraqê kir ku demildest dev ji vê biryara xwe berde. Emîra Zozan, ev tişt anî ziman: “Çalakiya me berdewam dike. Hikûmeta Iraqê ji me re sozek dabû lêbelê soza xwe pêk ne anî. Ev zarokên Êzidî ne û di sala 2014'an de li dijî DAIŞ'ê civaka xwe parastin. Em dixwazin ku civaka me hemû bi giştî piştevaniya me bikin."
MA / NAVENDA NÛÇEYAN /ZEYNEP DÛRGÛT