YBŞ-YJŞ bi berdêlên mezin ava bûn

Pêncşem 27 Adar 2025 - 03:30

Siyasetmedarê Şengalî Dexîl Seyîdo û Endama Koordînasyona TAJÊ Neam Bedel têkildarî revandina 5 şervanên YBŞ'ê ji aliyê artêşa Iraqê ve ku 3 ji wan birîndar in, ji ANF'ê re axivîn.

Siyasetmedar Dexîl Seyîdo got:’’Ew şervan in ku li gel artêşa Iraqê gelek ji heremên Şengalê û derveyî Şengalê jî parastine. Pêwist e Iraq wan rojan li bîra xwe bîne û bizanibe ku YBŞ’ê û YJŞ’ê mîna wan çawa li ber xwe dane û axa Iraqê ji çeteyan rizgar kirine û parastine. Hêzên me yên leşkerî xwe bi xwe ava nebûn. Di demeke wisa de hatin avakirin ku gelê me ber bi tunebûnê ve diçû, Şengal vala bû, hêzên me jî li hember vê zor û zehmetiyê rabûn û heta roja me ya îro bê dûdilî li ber xwe didin û me û axa me diparêzin. Em bi hêvî ne ku dewleta Iraqê tavilê wan şervanên me serbest berde da ku pirsgirêk kûrtir nebê.’’

Wan şerefa Iraqê parastin

Endama Koordinosyona TAJÊ’yê Neam Bedel jî got:’’ Yên ku piştî hilweşîna rejêma BAAS’ê ya Sedam ala Iraqê li Şengalê rakirin, hêzên me YBŞ û YJÊ’yê bûn û yên ku li gel artêşa Iraqê li hemberî DAÎŞ’ê şer kirin ev hêz bûn. Îro ev hêz di hedefa artêşa Iraqê de ne û wan weke terorîst bi nav dike û dixwazin tola DAÎŞ’ê  ji me hilînin. Çend zarokên me di destê wan de ne û hinek ji wan birîndar in jî. Em dixwazin ew zarokên me tavilê werin berdan da ku pirsgirêk  kurtir nebê. Em naxwazin di nava me û dewletê de alozî kurtir bibin ji ber ku em jî gelê vê dewletê ne. Em dixwazin dewlet li gel YBŞ’ê,  axa Iraqê biparêzin û wê ne weke terorê bi nav bike. Yên ku hûn weke terorîst bi nav dikin, zarokên me ne û şeref û rûmeta Iraqê li hemberî dagirkeriyê rizgar kirin û parastin.’’

ANF/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.