Divê em hemû Helebceyî bin

Çarşem 26 Adar 2025 - 03:30

Parlementera Parlementoya Iraqê Çiro Heme Şerîf got:“Em ê hemû fraksiyonên Kurdî yên Parlementoya Iraqê yekdeng bin û ji bo parêzgehbûna Helebceyê deng bidin. Pêwîste di vê mijarê de em hemû Helebceyî bin. Wê parlementerên Ereb jî di runiştina parlementoyê de amade bin.” Parlementera Iraqê Çiro Heme Şerîf di derbarê runiştina parlementoyê ku tê payîn deng li ser projeyasaya parêzgehbûna Helebceyê bê dayîn, ji axivî.

Çiro Heme Şerîf da zanîn ku ew ê wek fraksiyonên Kurdistanî hemû ji bo parêzgehbûna Helebceyê yek deng bin û got:“Heta niha ti hewldanek ji bo rakirina vê bendê nîne û wê nebe jî. Careke din min daxwaza zêdekirina benda dengdanê ji bo parêzgehbûna Helebceyê ji serokatiya parlementoyê kir. Pêwîste di vê mijarê de em hemû Helebceyî bin. Wê parlementerên Ereb jî di runiştina parlementoyê de amade bin. Emê li parlementoyê mizgêniyek xweş ji bo parêzgehbûna Helebceyê ragihînin.”

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.