Dewleta Tirk metirsiyeke cidî ye
Çarşem 26 Adar 2025 - 03:25
Parlamenterê parlamentoya Iraqê Iraqê Muxtar Musewî derbarê hebûna hêzên dewleta Tirk yên li nav xaka Iraq û Herêma Kurdistanê de axivî. Parlamenter Muxtar da zanîn ku dewleta Tirk hegemonya xwe ya li herêmên Başûrê Kurdistanê berfireh kiriye û ev jî li ser ewlekarî û aramiya Iraqê metirsiyek cidî ye.
Muxtar Musewî got ku dijî Tirkiyeyê pêwîstî bi rawestanek nîştimanî heye, divê Hikumeta Iraqê derbarê vê mijarê de helwesta xwe zelal bike. Di dewama axaftina xwe de parlamenterê Iraqê Muxtar got ku Tirkiye bi serokatiya Erdogan, hemberî Iraqê xwedî bernameyên xirab e, herwiha Hikumeta Herêma Kurdistanê jî weke berpirsyarên bûyerên li herêmê rudide pênasekir û got:“Divê hêzên dewleta Tirk a dagirker ji herêmê derkevin.”
ROJNEWS/BEXDA