Li hemberî zilmê bêdeng namînin
Şemî 29 Adar 2025 - 03:25
Piştî êrişa 18’ê Adarê ya artêşa Iraqê ya li dijî şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), heya niha rewşa li herêmê bi temamî aram nebûye. Li gorî mezinên Êzidiyan û her wisa çavkaniyên Rêveberiya Xweser, di hevdîtinan de ‘hêviya’ serbest berdana şervanan dabû û li ser vê yekê navber dabûn çalakiyan. Lê Iraq tevî sozên ku daye û daxwazên civaka Êzidî jî heya niha 5 şervanên dîl girtiye bernedaye. Çalakî û meşên xelkê Şengalê dewam dikin. Oldarên Êzidî jî bang li Iraqê kirin û xwestin, guh bide dengê civaka Êzidî. Desteya Eşayîrî ya Şengalê ji serok eşîr û kesayetên Êzidî pêk tên, derbarê mijarê de daxuyaniyek çapemeniyê dan ku yekser bang li serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî kirin. Daxuyaniya Desteya Eşayîrî ji aliyê Serok eşîra Simoqiyan Seîd Milhim ve bi zimanê Erebî hate xwendin û wiha hate gotin: “Weke birêz jî dizane nas dike, civaka Êzidî li ser vê axê civakek herî kevnare û xwedî dîrokeke xwe ya berçav e. Herkes dît civaka me 2014’an di rewşeke çawa re derbas bû, bi hezaran cûreyên êşkenceyê re rû bi rû ma. Bi hezaran kes li ser cih û warên xwe hatin koçberkirin ku hîn jî rê nayê dayîn vegerin ser cih û warê xwe. Hîn jî ji gelek mafên xwe hatine bêparkirin.”
Peyman aramiyê têk dibe
Di dewamê de Seîd got ku di bingeha hemû pirsgirêkên van salên dawiyê rû dide de, peymana 9’ê Cotmehê heye ku bi PDK’ê re hatiye îmzekirin û got:“Em weke pêkhateyên Şengalê bawer dikin, ew peymana navbera Bexda-Hewlêrê de hate îmzekirin ku îradeya civaka Êzidî û nûnertiya wê têde nebû, timî li Şengalê dibe sedem ku pirgirêk kûr bibin û aramiya Şengalê têk biçe. Ev jî çavkaniya xwe ji PDK’ê digire ku dixwaze hebûna xwe li ser civaka Êzidî ferz bike. Ev peyman di dema Kazimî de hate îmzekirin û armanc vegerandina PDK’ê ya li herêmê bû.”
Tavilê girtiyên me berdin
Di dewama daxuyaniyê de Seîd Milhim xwest, li beramber civaka Êzidî rêzdar nêz bibin û got:“Birêz serokwezîr, me ji we û dewleta we hêvî dikir, hûn civaka Êzidî ya ku canê xwe li ber vê axê de daye pîroz bikin û bi rêzdarî nêz bibin. Lê di 18’ê Adarê de we dest bi girtina 5 ferdên vê civakê kir ku di her şert û mercên zehmet de li ber xwe dane û axa xwe parastin e. Em di dawiyê de bang dikin ku di zûtirîn dem ew girtiyên me serbest werin berdan û sînorek ji vê bê hiqûqiyê û bê dadiyê were danîn. Emê ti carî li beramber vê zilma li civaka me tê kirin bêdeng nemînin. Ji ber gelê me ji bo parastina vê axê jiyana xwe daye.”
ROJNEWS/ŞENGAL