Rondikên veşartî

Nûçeyên Forum

Duşem 17 Sibat 2025 - 00:25

OSMAN KAPAN

Hûn min nas dikin     

We çîroka min xwendiye 

Ku na 

We ne bihîstiye 

Wê demê li dîroka neolîtîkê 

Li beriya heft tebeqeyên zîguratan vegerin 

Hûn ê pêrgî rastiya min bên…” 

Ez bi xwendina van rêzik û yên din, derketim rêwîtiya dîroka Jinê ya bindetiya hezarên salan.Helbestvan Gulîstan Kanîreş,bi piruka xwe ya belbestan,me derdixe rêwîtiyeke dîrokî.hemû helbest bi zarê jina berxwedêr hatine rêstin.Hem jar û perîşanî,hem rêya serhidan û felatê nîsanî me dide. 

Bi xwendin û temaşe kirina helbesta “ EZ HEBÛN IM” ( belê temaşe kirin dibêjim,lewra Gulîstan Kanîreş bi wî dengê xwe yî zelal, ku ji dil tê helbest kêsandiye klîbê,bi hevkariya reqaseke Alman,ew ahenga di navbera helbestvan û reqasê de, mirov dike rêwîtiya xeyalan). Ez jî ketim rê,li deşta heranê, berî ya mêrdînê,Nînova (Musul) yê, bi jinên dahênan re zad çand,paleyî kir,tenur dada nan çêkir. Bi wan re qêriyam: 

“… Bi wijdan bin 

Hûn zanin navê min jiyan e 

Xweza ye 

Erka min afirandin e… 

Maka xweşî û wekheviyê 

Sembola hemî mexsedan ez im…” 

Bi jinên berxwedêr re bum e yek,hesidîm lehengî û afirîneriya wan.Rê ya min kete warê Seyîd Riza ku jin û mêran tu carî serî ne tewandin.Ew jinê ku xwe ji bo rûmetê di zinaran werkirî zindî bûn li ber çavên min,bî Zarîfe yê re runiştim, silav da hemî cangoriya.Porê Zîlanê seh kir,xweziya xwe bi pîma bomba wê dianî.Li Cizîra berxwedêr bejna xwe li ber Binevş ditewînim.Li Almanya bi Ronahî û Bêrîvan re dibim gulokek ji agir.Ma berxedan bê zîndan dibe? Li wir jî bişrîniya Sema himbêz dikim… 

Gulîstan Kanîreş,bi helbestên xwe dîrok û berxwedêriya jinê,perçiqandin û neheqiya hatî kirin,bi tevgera azadiya Kurdîstanê re wêrekî, zanîn û li xwe haybûna jinê,bi nîgaş ên xurt û xweser tîne ziman.Dema ku min ew kurahî dît,keyfxweşiya min derket lutkeyê.Lewra her kevirekî xwes û qawîn bikeve ser dîwarê wêjeya kurdî, em ê bi ser bilindî tevbigerin.Her destkeftiyek hêja dê bibe bizrekî sexwebûnê.  

Gulîstan Kanîreş,bi şêwaz û dewlemendiya hevoksazî yê bîwarek e nû daye helbesta Kurdî.Her hevok têr û tije ye,her hebest xwedî çîrok e.Ji me re gotî ye:” çîrok; maka helbestê ye, helbest çîrok a serad kiriye...” Zimanê Dayîkê bi zarava yê kurmancî,yê bav bi zaravayê Dimilkî ye.her çiqasî helbest bi pirranî zaravayê Kurmancî be jî,di nava her bêşê de bi xêzkirina wêne û helbesteke bi zaravayê dimilkî jî rengekî din daye… 

“…Geh bena hesret geh bena xem 

Zêy kilkê mij kûy qertalix 

Paştê mi ser tadiyana…” ( Carna dibim hesret carna dibim xem / wek mijê çiyayê qertalixê / ser pişta min tê badayîn…) hawara xwe mîna kal û bavan digihîne çiyan,bi wan re diaxive,dert û kul ên xwe par ve dike.Lewra di jiyan a her Kurdî de bîranînên çiya hene.çiya parastgeh,raz veşêr in… 

Kurt û kurmancî pitûka helbetan ya Gulîstan Kanîreş,”RONDIKÊN VEŞARTÎ “ nizanim çiqasî rondikên Gulistan veşartin e, lê rondikên min herikandin.Hin yên zar û êşê,hin yên keyfxweşiyê bûn…Hest û dilê Gulîstan sax be,bi rastî jî berhemeke pirr hêja û qedirbilind raberî me kiriye.Divê her kes vê pirtûkê bi xwîne.Lewra me hemîyan tîne ziman û her kes dê xwe di nav de bibîne… 

Pirtûk ji weşanên J&J yê derketi ye… 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.