Ewrûpa şirîkê sûc e

Şemî 18 Adar 2023 - 03:56

  • Salar Mehmûd: Roj wê bê, derbarê rêveberên Tirkiyê yên berê de wê dosya bên amadekirin. Lewma ev berjewendî ne ebedî ne. Hingê ew ê ji ber sûcên xwe yên li dijî kurdan û mirovahiyê yeko yeko bên dadgehkirin.

ERKAN GULBAHÇE / BRUKSEL

Di ser kîmyabarana Helebceyê re 35 sal bihurîn. Rejîma Beesê ya iraqê, 16 Adara 1988´an bi balefir û helîkopteran bombeyên kîmyewî bi ser Helebce de barandin. Di êrişê de di wê kêliyê de 5 hezar kes şehîd bûn û qederê 10 hezar kesî jî birîndar bûn. Yên ji êrişê sax filitîn jî piştî 35 salan jî ji nexweşiyan xilas nebûne. Bi hezaran mirov bi nexweşiyên pişikê, çerm û sîstema sinîr ketin. Ji bilî van gelek nexweşiyên penceşêrê derketin holê, zarok ji ber jinan çûn û gelek zarok jî seqet yan jî nexweş hatin dinê.   
Dewleta Tirk di êrişên xwe yên li dijî Başûrê Kurdistanê de jî îro roj li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê van sîlehên kîmyewî bi kar tîne. Dewletên rojavayî yên ku sîlehên kîmyewî dabûn Sedam û beramberî Enfalê û Helebce bêdeng mabûn,   îro heman dewlet dîsa beramberî vî sûcê şer bêdeng in. 
Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê Sebaret bi Qirkirinê, parlamenterê berê yê YNK´ê li Parlamena Hewlêrê û endamê KNK´ê Salar Mehmûd re em li ser salvegera êrişa li dijî Helebce û êrişên bi sîlehên kîmyewî yên dewleta Tirk peyivîn. 

Bi desteka Ewrûpa êriş dikin

Salar Mehmûrd dibêje, “Dewleta Iraqê beriya ku bi sîlehên kîmyewî êrişî Helebce bike, dewleteke di warê madî de xurt bû. Peywendiya wê bi hêzên navneteweyî re baş bû. Kapasîteya wê ya çêkirina sîlehên kîmyewî nebû. Lê ji bo kirîna sîlehên kîmyewî peywendiyên wê û pereyên wê hebûn. Di doza ji bo mexdûrên êrişa Helebceyê de di dosyaya parêzeran de gelek belge hebûn, wan nîşan dida ku rejîma Sedam Huseyin sîlehên kîmyewî û teqemeniyên lazim ji Ewrûpayê kirrîne. Belgeyan nîşan dida ku Iraqê ev sîleh ji Elmanya, Fransa, Belçîka û çend dewletên din ên Ewrûpî kirrîne.

Sala 2005´an bazirganekî sîlehan ê Holandî, Frans Van Anraat ji ber ku bi qaçaxî sîleh firotine rejîma Sedam Huseyin hat dadgehkirin û dadgehê 15 sal ceza lê birrî. Li Laheyê dadgehê Van Anraat ji ber şirîkatiya sûcên şer û firotina sîlehên kîmyewî sûcdar hat dîtin. 
Şirketên Elman jî tevlî pêvajoya hilberîna Iraqê ya sîlehên kîmyewî bûn, û wan tesîs ji Sedam Huseyin re ji bo vê yekê çêkirin. Medico Internationalê sala 1998’an belge kir ku şirketên Elman teknolojî û zanîna ji bo çêkirina sîlehên kîmyewî dane hikûmeta Iraqê. Di nava van şirketan de MBB, Daimler-Benz jî hebûn. Di rapora çekdarîkirina Iraqê ya 2002´yan de ya ku çû ber Desteya ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî jî navê van şirketan hebû: Preussag, MAN, Degussa, Hochtief, Siemens, Gildemeister û gelek şirketên piçûk û navîn.

Hem doza li Laheyê û hem jî nûçeyên di çapemeniyê de nîşan didin, hikûmet red bikin û bibêjin ´haya me jê nebû´ jî haya wan jê hebûye û şirîkên sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê yên rejîma Sedam Huseyin in. Erê rejîma Sedam Huseyin Qirkirina helebce bire serî, lê hevparên sûc dewlet û şirketên Ewrûpî ne, yên ku sîleh firotine vê rejîmê.”

Hîna fermî doza lîborînê nehatiye kirin

Salar Mehmûd da zanîn ku dewleta Iraqê heta îro fermî doza lêborînê nekiriye ji ber êrişê û wiha peyivî: ´Dibêjin, em ne berpirsiyar in ji qirkirina Helebce. Rejîma Beriya me kir.´ Rast e, lê hêzên fermî yên Iraqê li ser fermana Sedam ev qirkirin birin serî. Ji ber vê yekê em dixwazin ku vê qirkirinê weke sûcê dewleta Iraqê qebûl bikin û weke dewlet fermî ji Kurdan doza lêborînê bikin û tezmînatê bidin kesûkarên şehîdên qirkirinê.
Enfalê 1982´yan dest pê kir. Heta niha ji 270 gorên komî yek jî nehatiye vekirin. Lazim e ev gor bên vekirin û cenaze bên tesbîtkirin.”

Ji bo berjewendiyan xwe kerr dikin

Ji bo bêdengiya dewletên rojavayî beramberî bikaranîna sîlehên kîmyewî bi destê dewleta Tirk jî Salar Mehmûd got, “Berjewendiyên van dewletan û têkiliyên wan ên tîcarî û siyasî bi Tirkiyeyê re hene. Ji ber vê ew xwe li meselê kerr û kor dikin. Beriya bi 5 salan ez bi siyasetvanekî Belçîkî re peyivîm. Wî ji 1968 heta 2008´an bê navber parlamenterî kiribû. Wî ji min re got, ´Peywendiyên me yên cidî yên aborî hene bi Tirkiyeyê re, ji ber wê em xwe li êrişên wê kerr û kor dikin. Wekî din endama NATO´yê ye û li Rojhilata Navîn xwedî roleke girîng e.´

Lê roj wê bê, derbarê rêveberên Tirkiyê yên berê de wê dosya bên amadekirin. Lewma ev berjewendî ne ebedî ne. Hingê ew ê ji ber sûcên xwe yên li dijî Kurdan û mirovahiyê yeko yeko bên dadgehkirin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.