Destpêkê azadiya fizîkî ya Ocalan
Sêşem 15 Nîsan 2025 - 03:25
Cengîz Çîçek işaret bi gavên mecbûrî yên pêvajoyê kir û got:"Ji wan gavan a herî girîng bêguman azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan û sererastkirina şert û mercên wî yên kar e." Parlamenterê Stenbolê yê DEM Partiyê Cengîz Çîçek bi bîr xist ku Erdogan beriya niha Mutabaqata Dolmabahçeyê înkar kir û got, hevdîtina bi Erdogan re pêvajo derbasî qonaxeke cuda kiriye.
Cengîz Çîçek bi şîrovekirina hevdîtina dawî re işaret bi Mutabaqata Dolmabahçeyê kir û got:"Hevdîtina Heyeta Îmraliyê û Erdogan ji aliyê dîrokî ve girîng e. Li vê xakê du tecrûbeyên çareseriyê rû dan; pêvajoya Osloyê û pêvajoya dawî ya Îmraliyê. Herdu aliyan ji van herdu pêvajoyan gelek tişt berhev kirin. Ji xwe li pêş çavên civakê qewimî. Di Mutabaqata Dolmabahçeyê de Birêz Erdogan bi xwe got, 'Haya min ji vê mutabaqatê nîne, nas nakim' û bi vê daxuyaniyê bi rengekî fermî dawî li pêvajoyê anî. Piştre jî 'plana çalakiyê ya têkbirinê' kete dewrê. Di nava 10 salan de me encamên 'plana çalakiyê ya têkbirinê' bi hev re dîtin. Ne tenê ji aliyê siyasî ve her wiha ji aliyê aborî, çandî û civakî ve jî encamên xwe çêbûn. Piştî zexta di vê demê de bi pêvajoya nû re hevdîtina Birêz Erdogan a bi heyeta me ya DEM Partiyê re nîşan dide ku ji aliyê dîrokî ve pêşketinek heye. Ji Erdoganê ku digot 'Ez Mutabaqata Dolmabahçeyê nas nakim' ber bi Erdoganê ku heyeta me ya Îmraliyê qebûl kir; ev yek bi tena serê xwe ji aliyê pêşketina dîrokî ve gelek tiştan îfade dike.
Pêvajo derbasî qonaxeke nû bû
Mirov dikare bibêje, pêvajo ji aliyê wesf û giraniyê ve derbasî qonaxeke cuda bû. Ji meha Cotmehê û vir ve gelek meh derbas bûn û bi rastî jî her kesên alîgir-bêalî her kes li ser xwevegirtina Birêz Erdogan a ji nîqaşan û pêvajoyê nîqaş dikir. Hewl dida fêhm bikin, bê çima xweqasî xwe jê vedigire. Di vê mijarê de her yek ji me li gorî cihê ku lê ye dikare şîroveyan bike. Lê belê bi rengekî objektîf Erdogan xwe ji vî wêneyî vedigirt. Dayina vî wêneyê nû, yanî hevdîtina bi heyeta me re nîşan da ku Birêz Erdogan jî wê bi rengekî cidî beşdarî vê pêvajoyê bibe."
Gava destpêkê şertên Ocalan e
Çîçek destnîşan kir ku destpêkê divê şert û mercên tecrîdê yên Rêber Apo lê tê ragirtin bêne sererastkirin û li ser sedemên vê yekê jî got, "Ji bo ev pêvajo biçe serî divê şert û mercên ku Birêz Abdullah Ocalan lê tê ragirtin bêne sererastkirin. Dawiya dawî qala fesihkirina PKK'ê û çekdanîna PKK'ê tê kirin. Qala wê yekê tê kirin ku pirsgirêka Kurd ji şer bê dûrxistin, ber bi zemîna hiqûqî û siyasî ve bê kişandin. Aştî ji xwe di navbera wan hêzan de tê kirin ku li hemberî hev şer dikin û bi rengekî xwezayî ji bo pêvajoya bêçekbûnê û dûrxistina meseleya Kurd ji şer, pêwîstî bi hin gavan heye. Di nava van gavan de bêguman a herî girîng û sereke pêkanîna şert û mercên azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan û sererastkirina mercên wî yên kar e.
PKK'ê got, ji bo karibe kongreyê lidar bixe divê lîderê wan tevlî pêvajoya kongreyê bibe. Ev yek jî tiştekî gelekî xwezayî ye. Ji bo kongreyeke bi vî rengî ya dîrokî pêk were divê Birêz Ocalan beşdarî pêvajoya kongreyê bibe. Her wiha ji bo kongreyeke çêker bê lidarxistin divê şer bê rawestandin. Di vê demê de li Başûrê Kurdistanê û derdora wê bi hezaran operasyon, bi hezaran êrîşên hewayî hatin kirin. Di nava van şert û mercan de ku ewlekarî nîne, zehmet e kombûna kongreyê pêk were. Rayedarên PKK'ê ji xwe gelek caran ev yek anîn ziman. Ya ku dikeve ser milê me jî ew e ku şert û mercên vê yekê biafirînin. Ev yek divê ne tenê daxwaza DEM Partî, siyaset û tevgera Kurdan be. Meseleya Kurd êdî pirsgirêka hemû mirovên li ser vê xakê ne. Ji bo vê ne pêwîst e ku hûn Kurd bin. Neçareseriya meseleya Kurd bandoreke neyînî li jiyana her kesî kiriye."
Divê hemû partî tevlî bibin
Cengîz Çîçek destnîşan kir ku di serî de CHP tevlîbûna partiyên muxalefetê li nava pêvajoyê gelekî girîng e û got, "Bêguman heyetên me yên DEM Partiyê hevdîtin bi CHP û partiyên din re hevdîtin kir. Lê belê bloka desthilatdariyê di nêzîkatiya çareseriya li vê pirsgirêkê de meseleyê tenê bi DEM Partiyê re bi sînor nehêle. Em dixwazin, desthilatdarî perspektîfa xwe ya çareseriyê mîna ku bi partiya me dike, ew jî bi muxalefetê re parve bike. Ev gelekî girîng e."
NAVENDA NÛÇEYAN