Berpirsên Enfalê tên parastin
Sêşem 15 Nîsan 2025 - 03:20
Enfal ku di erebî de tê wateya ‘bahozê’ di pirtûka pîroz Qûran’ê de jî navê ayetekî ye. Her wiha Enfal navê kod yê operasyonên leşkerî ye ku ji 23’yê Sibat’ê heta 6’ê Îlona 1988’an ji aliyê rejima Baas ve li Kurdistanê pêk hatine ye. Enfal, bi fermana Sedam Huseyîn ji aliyê Elî Hasan El Mecîd ê xizmê Sedam Huseyîn û Sekreterê Giştî yê Şaxê Bakur yê Partiya Baas a Iraqê ve hat meşandin. El Mecîd ê ku ji hêla kurdan ve wekî ‘Elî Kîmyawî’ dihat naskirin, yekem faîlê komkujiya kurdan bû. Enfal bi 8 qonaxan hate meşandin. Di encama van 8 qonaxan de 182 hezar Kurd hatin qetlkirin, nêzîkî 4 hezar û 500 gund hatin valakirin.
Qonaxa yekem
Enfala Dola Cafayetî: Di roja 23’yê Sibatê 1988’an de dibin rêvebertiya wezirê wê demê yê parastina Iraqê Sultan Haşim, bi beşdarbuna tûgaya 20 û 60’an êriş birin ser gundên Sergelu, Bergulî , Dola Cafayetî, Navçeya Bingirde ya rojhilatê bendava Dukan û bajarokê Dukan, bajarê Silêmaniyê, navçeya Mawet û Çuwartaş.
Qonaxa duyem
Di 22’yê Adara 1988’an de qonaxa duyem ya pêlên enfalê li navçeyên Qeredaxî, navçeya Tekiye, Silêmaniyê, Segrime,Derbendibaser, Qupî Qerax û çend cihên din li ber vê pêla qonaxa duyem ket. Bi giştî gund û navendên van navçeyan hatin girtin.
Qonaxa sêyem
Qonaxa sêyem ya pêla enfalan di 7’ê Nisana 1988’an sê navçeyên Germiyan destpê kir. Ev qonax, qonaxa êrişên herî berfireh, mezin û êrîşên herî dijwar yên li ser gelê kurd bûn di wê salê de. Li navçeya Xurmatû, Qadirkerem, Kifrî, Çemçemal, Têlekû, Pêbaz, Sengaw, Tekiye û beşek ji navçeyên Axceler destpê kir. Di 14’ê Nîsana 1988’an 4 navçe bi hevre hatin wêrankirin, nêzîkî 20 hezar jin, zarok û zilam ji aliyê hêzên Baasê ve hatin girtin.
Qonaxa çarem
Ev qonax ji 3’ê Adarê heya 8’ê Nîsana 1988’an dom kir. Di vê qonaxê êriş li ser navçeyên wekî Rêdar, Axcelar, Teqteq, Deştî Koyê û çend gundên Germiyan Esker, Guptepey hatin destpêkirin.
Qonaxa pêncem, şeşem û heftem
Qonaxa pêncem, şeşem û heftem ye pêlên enfalê li navçeyên Rawanduz, navçeya Xelifan, Xuşnaw, navçeya Dulî Balyisan, Dulî Melekan, Dula Wertê, Dulî Hiran, Simaqelê destpê kirin.
Qonaxa heştem û qonaxa dawî
Qonaxa dawî ya enfala li navçeyên Behdînan destpê kir, di 25’ê Tebaxê heya 2’yê Îlona 1988’ê berdewam kir. Qonaxa dawî ya enfalê li navçeya Zaxo, Amêdiyê, Şêxan û Akrê pêk hatin. Êrişa herî giran di 24’ê Tebaxê ya li ser gundên Sipîndarê, Qedpalê li çiyayê Gare ye bi dirêjiya 30 kîlometre navçeyan bombabaran kir. Li gorî dane û îfadeyên berpirsên rejîma Baasê li giştî 8 qonaxên Enfalê de zêdetirî 182 hezar kes bûne qûrbanî. Di enfala qonaxa sê ya li ser Germiyan û encamên wêrankariya vê qonaxê 45 hezar kes bûne qûrbanî û 777 malbat temamî winda bûne. Di vê qonaxê de 80 hezar kes hatin windakirin.
871 gund û 6 navçe hatin şewitandin. 381 dibistan, 657 mizgef, bi sedan zeviyên çandiniyê hatin şewitandin û talankirin. Bi sedan çem, kanî û bîr hatin rûxandin. 185 navend û cihên pîroz hatin rûxandin. 1435 bax û baxçe hatin şewitandin. 570 ton dexlûdan, 17 hezar 220 teraktor û mekîneyên din hatin wêrankirin. 472 hezar û 770 mih û bizin, 15 hezar dewar hatin telefkirin. Tevî vê jî hê bi dehan caş, şêwirmend û berpirsên Partiya Baasê dijîn û azad in. Ya balkêş jî ewe ku gelek ji van li Hewlêrê ji aliyê PDKê ve pile, meqam, mal û projeyên mezin hatine dayîn.
Daxwazên qurbaniyên Enfalê
Yek ji xizmên Enfalkiriyan Rêbaz Xalib anî ziman ku daxwazên wan ewe ku gorên komî yên kesûkarên wan ên hatine enfalkirin bên vekirin û cenazeyên wan bînin li ser axa wan veşêrin û got: “Me daxwaz kiriye ku gorên kesûkarên me bên anîn, lê çima naînin ti wate nadin vê yekê. Dibe ku mayîna wan goran di berjewendiyên hinek kesan de be ji bo wê wisa xemsarin.”
Yek ji kesûkarên din ên Enfalkiriyan û Serokê Komeleya Lêgerîna Pirsa Enfalkiriyan Ekrem Salih jî destnîşan kir ku divê ji bo nasandina jenosîd, Enfal û kîmyabaranê zêdetir kar bên kirin û got:“Hikûmet di vê warî de xemsare. Divê zexteke zêdetir li hikûmetê bê kirin. Em li benda avakirina hikûmetê û vekirina parlementoyê ne. Hewl didin ku mafên xwe bidin pêkanîn û zêdetir komkujiyên li ser Kurdan weke jenosîd bidin nasîn.”
ROJNEWS