Bêyî Ocalan pêvajo nameşe
Sêşem 15 Nîsan 2025 - 03:15
- Endamê MYK’a CUP’ê ya partiya Katalan Blai Taberner Curado, da zanîn ku tevî Abdullah Ocalan bi sedan girtiyên siyasî li Tirkiyeyê hene û bêyî berdana wan mimkin nîne pêvajo bimeşe.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir û ev banga dîrokî li cîhanê deng veda. Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Namzetiya Yekitiya Gel a Katalonyayê - Candidatura d'Unitat Popular (CUP) Blai Taberner Curado têkildarî banga Abdullah Ocalan axivî û got ku ew piştevaniyê didin gelên ji bo azadiya xwe têdikoşin. Blai Taberner Curado, diyar kir ku xelkê Katalan jî mîna Kurdfan ji bo azadiyê têdikoşe û got: “Salên dirêj e em piştgiriyê didin gelê Kurd, Filistînî û Baskiyan ku ji bo azadiya xwe têdikoşin.” Blai Taberner Curado, got ku fikrên Abdullah Ocalan ji bo femînîzm, ekolojî û gelên cîhanê bûye çavkaniyeke sereke.
Blai Taberner Curado, destnîşan kir ku partiya wan li ser bingeha sosyalîzm, femînîzm û ekolojiyê ji bo serwebûna Katalanan têdikoşe û ev tişt anî ziman: “Mimkin nîne di nava dewleta Spasnî de şoreşeke civakî pêk bê. Spanya, parçeyeke pergala emperyal e. Spanya di nava Yekitiya Ewropayê (YE) û NATO’yê de dewleteke bihêz e. Lewma şikandina dewleteke emperyal, dikare ji bo şoreşên li herêmên din ên cîhanê sûdewer be.”
Bi domdarî Blai Taberner Curado anî ziman ku banga Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Kurdan û Tirkiyeyê, ji bo hemû cîhanê hatiye kirin û wiha got: “Ev bang, piştî mirina bi sedan kesan, birtina bi hezaran kesan, rojnamegeran, aktîvîstan, piştî êrişên Tirkiyeyên yên li Rojava û deverên din ên Kurdistanê yênli dijî gelê Kurd hate kirin. Ev, bangek dîrokî ye û divê Dewleta Tirk binirxîne. Gelê Kurd dixwaze aştiyane û bi hemû mafên xwe bijî û bi hemû gelên din ên cîhanê re hevkariyê bike. Daxwazeke rewa ye. Em teqez vê bangê weke firsendekê dibînin. Divê em jê re sûdewer bin û ji bo kesek vê firsendê ji dest nede em bi dengekî bilind bînin ziman.”
Bi domdarî Blai Taberner Curado daxuyand ku tevî biryara agirbestê jî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî PKK’ê cihê fikaran e û ev nirxandin kir: “Divê ev êriş nekin ku Kurd pêvajoyê bi dawî bikin. Ev demekî dirêj e li Tirkiyeyê otorîterî zêde dibe. Ev rewş, bi girtina bi sedan hevaşedarên Kurd, rojnameger û siyasetmedaran xwe dide der. Piştî bangê, ne tenê li Kurdistanê, tiştên li herêmên din ên Tirkiyeyê û li dijî Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê hatine kirin jî ji bo gelê Tirk peyameke pir nebaş e. Divê êdî gel fêm bike ku meseleya Kurd meseleya Tirkiyeyê ye û divê Tirkiye demokratîk bibe. Lewma dema meseleya Kurd tê nirxandin, hewceye meseleya demokratîkbûna Tirkiye û herêmê jî were nirxandin.”
Blai Taberner Curado, got ku geşedanên piştî hilweşîna rejîma Sûriyeyê li wir diqewimin û meseleya Filistînê nîşan didin ku welatên emperyal derbasî qonaxeke nû bûne û axaftina xwe wiha qedand: “Ev rewş jî cihê fikaran e. Aştiyeke li herêmê dê bandorê li vê pêvajoyê bike. Ji ewil Parlamentoya Katalanan Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas kir. Yek ji hedefên partiya me jî cîhaneke aştiyane ye. Divê em dev ji axaftina ser têkoşîna Kurdan bernedin. Hewceye piştevaniya bi Kurdan re ji her demê bêhtir were zêdekirin.”
MA / NAVENDA NÛÇEYAN/HÎVDA ÇELEBÎ