Lehengên Keleha Şehîd Delîl
Sêşem 15 Nîsan 2025 - 03:30
- HPG'ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir û got:"Em hevrêyên xwe Gabar, Xebat û Şervan ku fedaiyên Rêber Apo bûn, bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin. Em ê bibin şopdarê armancên wan ên bilind ku her tiştên xwe feda kirin."
HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên li Zapê şehîd bûne eşkere kir. Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya têkildarî şehadeta gerîla bi vî rengî ye:’’Berxwedana Zapê ya Dîrokî sê sal li pey xwe hiştin. Di vê berxwedanê de yek ji cihên navê xwe li tevahî cîhanê da bihîstin û bûye kelheke berxwedanê ya dîrokî, Eyaleta Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê ye. Îro jî yek ji qadên ku pêşengiyê ji vê berxwedana dîrokî ya ku bi hemû heybetiya xwe dewam dike re pêşengiyê dike Qada me ya Berxwedanê ya Girê FM e. Li Çeperê Şehîd Mûnzûr û Qada Berxwedanê ya Girê FM milîtanên fedayî û lehengên pêşeng ên berxwedana destanî ya ku beşekê herî birûmet ê dîroka azadiyê ya gelê Kurd ava dikin, hevrêyên me Gabar Botan, Xebat Tîrêj û Şervan Gerîla şehîd bûn. Endamê Fermandariya Eyaleta Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê û Fermandarê Qada Berxwedanê ya Girê FM Gabar Botan pêşengî ji vê berxwedanê re kir û hevrêyên me Xebat û Şervan jî bi ruhê fedayî yê Apoyî ev berxwedan mezin kirin. Em fedayiyên Rêber Apo hevrêyên xwe Gabar, Xebat û Şervan bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Em ji malbatên van lehengên xwe yên hêja û hemû gelê Kurd ê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku meşa Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad bigihînin serketinê ku armanca herî mezin a şehîdên me ye.
GABAR BOTAN
Hevrêyê me Gabar li Cizîra Botan, di nava malbateke welatparêz, dilsozê kevneşopî û çanda Kurdî de hate dinê. Di sala 2011’an de zanîngeha dixwend di dawiya salê de hişt û berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me di bin bunyeya Hêzên Taybet de beşdarî xebatên girîng û stratejîk ên cur be cur bû. Ji bo xebatên herî hesas ên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê kedkariyek mezin kir û piştî demekê berpirsyariya van xebatan girt ser xwe û di fermandariyê de cih girt. Hevrêyê me Gabar ku di astên cuda de fermandarî kir, nêzîkatiya fermandariyê ya PKK'ê ya li ser bingeha ked, fedakarî û afirîneriyê bi rengekî herî rast bi rê ve bir. Hevrê Gabar bi sekna xwe fedaiyek mînak bû, bi cesareta xwe di şer de pêşeng bû, bi dilgermbûna xwe hevrêyekî rasteqîn bû, bi pratîka xwe fermandarekî mînak bû û bi gerîlatiya xwe ya profesyonel, hostayekî afirîner ê şer bû. Bi vê sekn û pratîkê wezîfeya xwe ya endamê Fermandariya Eyaleta Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê ku heq kiriye, bi layiqî cih anî. Hevrêyê me Gabar ji bo ku berxwedana li Eniya Şehîd Mûnzûr ku 3 salan bi vîna fedaî ya Apoyî dihat berdewam kirin, dirêjtir bike ket nava tevgerê, bi dijmin re peywendiyek çêkir. Di vê têkiliyê de dijmin kir hedef û bi ruhekî bilind ê êrîşê derbe li dijmin daye. Di encama vê çalakiya wî de serdarek pispor, çawîşek pispor hat ceza kirin û 3 çawîşên pispor jî birîndar bûn. Hevrêyê me ji bo parastina xaka Kurdistanê, hemû cebilxaneyên li ser xwe û hêza di bedena xwe de li dijî dijmin bi kar anî û heta nefesa xwe ya dawî bi awayekî fedaî şer kir û tevlî karwanê şehîdan bû.
XEBAT TÎRÊJ
Hevrê Xebat li navçeya Dihê ya Sêrtê ku cihê yekemîn a çalakiya çekdarî ya bi pêşengiya fermandarê nemir Egîd – Mahsum Korkmaz bû, jidayîk bû. Di dema li Zanîngeha Dihê li Beşa Komputerê dixwend di sala 2014'an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me ku tevlîbûneke fedaiyane ji xwe re esas girt û xwest darbe li dijmin bixe, pêşniyar kir ku derbasî nava Hêzên Taybet bibe. Hevrêyê me di nava xebatên ku hişyarî, baldarî û hesasiyetên mezin divê de cih girt û her erka ku girtiye ser milên xwe bi awayekî herî baş bi cih anî. Ewlehiya hevrêyên rêveberiya Tevgera me pêk anî, xebatên wan ji nêz ve şopand û xwe weke parçeyek wê dît û tecrûbe bi dest xist. Xwest li dijî êrîşên dagirkeriyê ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Zapê daye destpêkirin, erkên xwe yên şoreşgerî bi cih bîne. Li ser vê bingehê hevrêyê me yê derbasî herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bû, cihê xwe di nava tunelên şer de girt. Tevî ku dewleta Tirk a dagirker, di êrîşan de bi gazên kîmyewî yên qedexekirî û teqemeniyên taktîkî yên nukleerî sûcên şer dikir jî, hevrêyê me weke milîtanek fedaî ji bo têkbirina dijmin roleke mezin lîst.
ŞERVAN GERÎLA
Hevrêyê me Şervan li Helebê li nava malbateke welatparêz û dilsozê nirxên neteweyî jidayîk bû. Sala 2014'an di dema Berxwedana Kobanê de tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû. Tevlî gelek çalakiyên serketî yê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê bû û di pêngavan de wezîfeya xwe ya dîrokî bi cih anî. Li hemberî operasyonên dewleta Tirk a dagirker ên ji bo tasfiyekirina gerîla, ji bo karibe tevlî eniya berxwedanê bibe vê carê berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me Şervan xwest tevlî nava Hêzên Taybet bibe. Li ser vê bingehê hevrêyê me Şervan derbasî Herêma Şehîd Delîl a li Rojavayê Zapê bû. Hevrêyê me Şervan bi kesayetiya xwe ya durust, sade û têgihiştî di nava hevrêyên xwe de bû milîtanekî hezkirî û mînak. Bi fedakariyeke mezin û lehengiyê ji tunelên şer heta bi tîmên li qadê tevlî her karî bû û şopeke xurt li pey xwe hişt. Di 4'ê Sibata 2025'an de li gel fermandarê fedaî hevrê Gabar tevlî çalakiya êrîşê ya li dijî serdar û çawişên pispor ên dewleta Tirk a dagirker bû, 12 saetan sîng bi sîng şer kir û şehîd bû." Agahiyên derbarê nasnameyên hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:
Gabar Botan (Abdûrrahîm Erzen), li Şirnexê jidayîk bûye, 4’ê Sibata 2025’an li Zapê şehîd bû.
Xebat Tîrêj (Bedrî Elçî), li Sêrtê jidayîk bûye, 12’ê Çileya 2025’an li Zapê şehîd bû.
Şervan Gerîla (Nûrî Neman), li Helebê jidayîk bûye, 4’ê Sibata 2025’an li Zapê şehîd bû.
BEHDÎNAN