Giştîkirina modela Rêveberiya Xweser

Sêşem 15 Nîsan 2025 - 02:55

Oldarên bajarê Tebqayê diyar kir ku tecrûbeya Rêveberiya Xweser di xurtkirina jiyana hevbeş a navbera ol, etnîk û baweriyan de êdî bûye modelek. 

Rejîma Baas’ê di dema desthilatdariya xwe de hewl da di nav pêkhateyan de fitneyan derxe da ku civaka Sûriyeyê parçe bike û bi hêsanî wê kontrol bike. Lê li hemberî wê, Rêveberiya Xweser di navbera ol, ol, etnîk û baweriyan de projeya jiyana hevbeş esas girt. Da ku ew proje bibe nexşerêya Sûriyayiyan a dûrketina ji cudakariyê û welat li gorî hezkirin û jiyana hevbeş ava bikin.

Oldarên kantona Tebqayê destnîşan kir ku ev proje bûye modela rast ku divê li seranserî Sûriyeyê were pêkanîn.

Rêveberê Meclisa Olî ya kantonê Îbrahîm El Mihemed got: " Ji bo xurtkirina pirrengiya çandî û olî li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek şaristanî û olên curbecur hatin. Gelek hewldanên bikaranîna vê pirrengiyê hatin kirin ku fitneyên etnîkî û iraqî derxin. Lê têkilyên dîrokî yên xwe dispêrin jiyana hevbeş a aştiyane di nava van pêkhateyan de li hember wan hemû hewldanan sekinî û têk birin."

Hevserokê Meclisa Olî ya kantona Tebqayê Ebdulmutelêb El Betran diyar kir ku meclis bi rêya xurtkirina jiyana hevbeş di nava ol û mezheban de girîngiyê dide xurtkirina aştiya şêniyan.

Ebdulmutelêb El Betran wiha dawî li gotina xwe anî: "Sûriye ya tevahî Sûriyeyiyan bi hemû netewe, ol û mezhebên xwe ye. Em bi rêya sekina li dijî fitneyên ku dijmin hewl didin derxin, xebata pêkanîna jiyana hevbeş dikin."

ANHA/TEBQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.