Nanê Hewramî û Kelane

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 10 Tîrmeh 2024 - 00:24

HERÊM QADIR / ROJNIEWS / HELEBCE

Li Helebce rêjeyek zêde ya jinên ku debara xwe bi karên dest dikin hene. Hinek car jî ji ber xwesteka zêde ya li ser berhemên ku jin çêdikin, derfetên kar ji bo hin jinên din jî peyda dibin. Nefiye Qadir jî yek ji van jinan e ku ev çar salin bi çêkirina nanê Hewramî û Kelane debara xwe dike.

Nefiye Qadir di derbarê destpêkirina vî karî de axivî û got:“Gelek caran tevlî fesîvalan dibim. Bi vî rengî bûme xwediyê karê xwe yê taybet. Beşek ji karê me yên navxwe ne, beşek jî xelkê Kelar, Silêman û Hewlêrê ne. Xwestekek zêde li ser nane Hewramî heye.” Nefiye da zanîn ku wê çêkirina nanê Hewramî û Kelane kiriye çavkaniya dahatê û got:“Ez gelek ji karê xwe razî me. Hezkirina min ji vî karî re heye û dixwazim karê xwe pêşbixim.” Her wiha Nefiye Qadir eşkere kir ku jinên Helebce ji jinên bajar û navçeyên din zêdetir kar dikin û got:“Ez bi xwe gelek keyfxweş im ji ber ku min bi vî karê xwe dahatek taybet ji xwe re peyda kiriye. Pêwîstiya min bi kesê nîne ku di aliyê aborî de alîkariya min bike. Daxwaza min ji jinan ew e ku her karekî ku ew dizanin bila pêşbixin, bixebitin û baweriyê bi hêza xwe bînin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.