MÎHRÎBAN SELAM KAKEYÎ / NÛJINHA / HELEBCE
Di 28’ê Sibatê de li bajarê Helebce pêşanegeha hunerî ya şêwekariyê bi beşdariya zêdeyî 100 hunermandên şêwekar hat vekirin. Mariya Suheyb ji hevalên xwe cuda bi berhma xwe ya çoxik ku bi qaşikên gûzan çêkiriye bala piraniya beşdaran kişandiye ser xwe û bi hunera xwe çanda Kurdî parastiye.
Mamosteya hunerê Mariya Suheyb ku ev çend sal in di qada hunerê de xebatan dide meşandin. Cara duyemîn e beşdarî pêşangehan dibe, diyar kir ku gelek girîngî dide pêşangehan û wiha got: “Mamoste bi saya pêşangehan ji hev bi bandor dibin û berhemên xwe nîşanî hev didin.”
‘Divê em nehêlin çanda me tune bibe’
Mariya Suheyb ev tişt got: “Ev du sal in bi berhemên xwe beşdarî pêşangehan dibim. Min çoxik û kulavê ku sembola Helebceyê ye çêkir, gelek keyfxweş im ku ev çand winda nebûye. Ez ji Hewramanê me, min ev berhem bi qaşikên gûzên ji bexçeyê xwe çêkir. Min van gûzan hemû kom kir û gelek berhemên din ên hunerî jê çêkir. Berê jî min ev çoxik bi awayekî cuda çêkiribû lê belê min diyarî da û di pêşangehê de pêşan neda. Min xwest vê carê bi qaşikên gûzan çêbikim û di pêşangehê de bidim nasîn. Armanca min parastina çand û reseniyê ye. Mariya Suheyb bang li hevalên xwe yên hunermend kir û got: “Divê hunermend karên dubare nekin û berhemên xwe û şêweya karên xwe biguherînin. Divê ji hev sûdê bigrin ji ber ku hunermend, xwediyên afrîneriya hunerî ne dikarin guherînan bikin.”