Ji jinên Helebceyî festîvala helbestan

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 15 Hezîran 2024 - 00:40

HERÊM QADIR / ROJNEWS / HELEBCE

Yekem Festîvala Wêje û Helbestan a Jinan li Helebce hat lidarxistin. Di festîvalê de heşt jinan bi helbest û nivîsên xwe yên wêjeyî tevlî festîvalê bûn. Helbestên ku di festîvalê de hatin xwendin li ser jêhatina jinan a di nava civakê de bû. Yek ji jinên helbestvan ku tevlî festîvalê bûye, got: “Ev festîval derfeteke ku dengê jinan bi zindî bihêle û pêwîste  çalakiyên bi vî rengî berdewam bikin.”

Li salona Dr. Mistefa Zelmî ya li Helebce dibin pêşengtiya Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerê ya Helebce de Yekem Festîvala Wêje û Helbestan a Jinan hat lidarxistin.

Di derbarê festîvalê de Rêveberê Giştî yê Rewşenbîrî û Hunerê yê Helebce Serxêl Xefar ji axivî û got: “Heşt jinên lêkol û helbestvan tevlî festîvalê bûne. Di festîvalê de helbest û nivîsên wêjeyî hatin xwendin. Her çiqas Helebce gelek caran hatiye wêrankirin, lê li gel wêde jî tûndiya li beramberî jinan di rêjeyek gelek kêm de ye. Hinek saziyên rêvebirina bajêr jî ji aliyê jinan ve tên birêvebirin.”

Jina helbestvan Xemgîn Kusarî ku tevlî festîvalê bûye, di derbarê festîvalê de got: “Giringiya çalakî û festîvalên wiha ewe ku derfeteke ku dengê jinan bi zindî bihêle û pêwîste çalakiyên bi vî rengî berdewam bikin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.