Jin konferansê çêdikin

Sêşem 15 Nîsan 2025 - 03:00

Endama koordînasyona Meclîsa Jinên Sûriyeyê Sûhêr Senûh diyar kir ku ew ê bi rêya konferansek, helwesta xwe ya li hember Destûra Sûriyeyê, bînin ziman.

Konferansa niştimanî ya ku di destpêka îsal de li Şamê hat lidarxistin û tê de Destûra Nû ya Sûriyeyê hat ragihandin, rastî nerazîbûnên gelek kesayet û çalakvanên jin hat. Jinan derbarê nehiştina beşdariya jinan û nûnertiya dadmenda wan de bertek nîşan dan û gotin ku ev konferans bi taybetî ji hêla Meclîsa Jinên Sûriyeyê ve tê redkirin.  

Divê her jinek mafên xwe bizanibe

Sûhêr di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser armanca Meclîsa Jinên Sûriyeyê û wiha got: "Meclîsa Jinên Sûriyeê, ji destpêka damezrandina meclîsê ve têkiliyên xwe bi jinên li deverên cuda yên Sûriyeyê re bi pêş dixe. Piştî hilweşîna rejîma Baasê hinek kar siviktir bûn. Em dikaribûn ofîsên xwe li gelek bajarên Sûriyeyê ava bikin. Me bi riya lidarxistina civîn û semînerên diyalogê nêrîn û pêşniyaran ji bo pêşxistina beşdariya jinan a li pêvajoya pêş me re, nîqaş kir. Her wiha girîngiya hebûna jinan di Destûra Nû ya Sûriyeyê de bi jinan re parve dikin. Em naxwazin careke din di qada siyasî de jin werin piştguhkirin û biçûkxistin. Divê her jinek Sûriyeyê maf û erkên xwe bizanibe û dadmendiya civakî, çandî û siyasî hebe ku mafên wan misoger bike." 

Konferansek neteweyî ya jinan 

Sûhêr Senûh planên xwe yên pêşerojê ji bo pêşxistina rola jinan anî ziman û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Ji bo lidarxistina konferanseke neteweyî ya jinan hewldanên me hene. Di vê konfransê de hemû beşên jinan û her wiha aktîvîstên femînîst û mafên mirovan ji astên curbicur ên akademîk, dê beşdar bibin. Ev konferans wê ji bo nêrînan, ji bo pêşxistina pêşnûmeya çareseriyê, gav û encamên erênî û tevlîkirina jinan a li vê qonaxa bingehîn a dîroka Sûriyeyê de, bibe platformek . Em bi hêvî ne ku bibin cîhê bawerî û berpirsyariya gelên Sûriyeyê, bi taybetî jî jinan. Ewlehî û aştî, bi yekîtî û hevgirtina pêkhateyan pêkan e."

NÛJINHA/NÛR EL-EHMED/REQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.