Me komkujiya Enfalê ji bîr nekir
Sêşem 15 Nîsan 2025 - 03:05
DEM Partiyê qurbaniyên Enfalê di salvegera 37'an de bi bîr anî û got, "Me ji bîr nekir, me efû nekir, em ê nehêlin bê jibîrkirin."
Hevberdevka Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mûtlû ji ber salvegera 37'an a Enfalê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya bi sernavê "Me komkujiya Enfalê ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin" de hate gotin, "14'ê Nîsana 1988'an… Di bîra gelê Kurd de rojeke reş hat nivîsandin. Bi fermana rejîma Seddam Huseyîn, bi hevkariya hêzên serdest û pêşengiya dewletan plana tunekirinê ya bi navê Enfalê xistin meriyetê. Bi hezaran Kurd çekên kîmyewî jî di nav de bi rêbazên herî hovane hatin qetilkirin. Gund hatin xerakirin û gorên komî hatin kolan. Ev komkujî ne tenê di wijdana miletekî de, di wijdana hemû mirovahiyê de birîneke kur vekir û nayê pêçan. Me ji bîr nekir, me efû nekir, em ê nehêlin bê jibîrkirin!"
NAVENDA NÛÇEYAN