Li Helebce pêşangeha hevguhertina pirtûkan

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 30 Îlon 2024 - 00:08

Li Navenda Çalakiyên Ciwanên Helebceyê bi armanca pêşxistin û teşwîqkirina xwendina pirtûkan, Heştemîn Pêşangeha Hevguhertina Pirtûkan hat lidarxistin.

Beşdarvanên pêşangehê diyar kirin ku lidarxistina pêşangehên bi vî rengî gelek giring in û bi rêya van pêşangehan derfet çêdibin ku hîn zêdetir zanyariyên cûdatir bidest bixin û di aliyê zihnî de xwe pêş bixin.

Kesên serdana pêşangehê dikin, bêyî pere dikarin pirtûkên xwe bînin bi hinekê din biguherînin. Di heman demê de du pirtûk jî wek diyarî tên pêşkêşkirin. Di pêşangehê de bi sedan pirtûkên cûda yên olî, siyasî, felsefî, civakî û hwd hene.

Derfeteke baş e ji bo xwendevanan

Di derbarê armanca lidarxistina pêşangehê de Rêveberê Pêşangehê Erselan Abid axivî û got: “Heştemîn Pêşangeha Guhertina Pirtûkan ji xwendekar û pirtûkhezan re wek derfetekê ye. Xwênerên pirtûkan dikarin pirtûkên li cem xwe hene bînin pêşangehê û bi hinek pirtûkên din biguherînin. Ev jî derfeteke gelek baş e ji xwendekaran re.” Her wiha Erselan Abid diyar kir ku pêşangeh di heman demê de dibe cihê hevdîtina rewşenbîr û xwendeyên pirtûkan. Erselan got: “Kesên ku pirtûk li cem xwe xwendine, tînin pêşangehê bi pirtûkeke bi dilê xwe diguherînin. Ev jî tevgereke baş e ji bo xwendina pirtûkan bibe çandek. Her wiha derfeteke baş e jî rewşenbîr û xwendekarên bajêr li vê pêşangehê hevdû nas bikin.”

Jina ciwan a bi navê Barîn Salim ku serdana pêşangehê kiriye, got: “Min heta niha bi qasî 35 pirtûk xwendiye. Ez dixwazim îsal vê rêjeyêhîn zêdetir bikim. Min îro jî çar pirtûkên xwe aniye vê derê da ku wan bi hin pirtûkên din biguherînim. Ez dixwazim bi vê rêyê zanînên xwe pêş bixim û pirtûkên nû jî bibînim. Ez piranî pirtûkên derûnî, olî û felsefî dixwînim.”

ROJNEWS/HELEBCE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.