Zarokên winda yên Helebce

În 14 Adar 2025 - 15:00

  • Kuçe û kolanên Helebceyê tijî çîrokên trajîk û xembar ên kîmyabarana Helebceyê ne ku beriya 37 salan pêk hat. Hin malbat hîna jî li benda “zarokên winda” ne ku piştî kîmyabaranê ti kesî xeberek ji wan negirt.

Kesûkarên qurbanî û windabûyên Helebceyê têkildarî êş û azarên di windakirina kesûkarên xwe de û nebûna çareseriyek û bê helwestiya hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê, axivîn.

Şewnim Ebdula di Kîmyabarana Helebceyê de 8 kesên nêzîkî xwe ku 2 ji wan zarokên wê bi xwe bûn, winda kiriye. Wek Şewnim bi xwe dibêje: “Îsal 37. salvegera êrişa kîmyayî ya li ser bajêr e. Ti baweriyek me bi sozên hikûmetê nemaye. Heta niha hikûmet ti xema zarokên winda yên Helebce nekiriye. Ez nizanim çend salên din divê em xemgîn bibin, ku di demek ku dayîk an bavek 37 salan li benda zarok, xwişk û birayên xwe bin. Ger hikûmet ti karek neke, wê demê çi feyda wê heye.”

Di dewama axaftina xwe de Şewnim Ebdula diyar kir ku Helebce Kurd bi hemû cîhanê da naskirin, bû nasnameya gelê Kurd û bi wê re parlamento û civata wezîran hate avakirin, lê ji bo dîtina zarokên winda tu biryareke cidî nehatiye dayîn. Şewnim Ebdula got: “Di van 37 salan de nekariye navendeke mîkrojenê ya pêşketî çêbikin. Dema zarokek winda tê naskirin, divê DNA ya wî/wê were ceribandin û xwîna wê bi kesên ku wê zarokên xwe dihesibîne re were hev, da ku zarok karibin bi malbatên xwe re bibin yek. Lê dema zarokek tê dîtin, tiştek ji bo wê nayê kirin.”

 

 

Me nekarî zarok û malbatan bigihînin hevdu

Şewnim Ebdula ku Seroka berê ya Rêxistina Zarokên Windabûyî yên Helebceyê bû wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Me li navendê navê 74 malbatan ji bo dîtina 211 zarokan nivîsandibû. Li gel vê 7 zarokên ji Helebceyê, li Îranê bi mere ketin peywendiyan. Lê ji ber ti budceyek ya me nebû, me nekarî ti zarokek bi malbatên wan re bînin gel hev. Ji ber vê yekê min ji serokatiya rêxistinê îstifa kir.”

Lîjneya zarokên winda

Her wiha Rêveberê Giştî yê Şehîd û Enfalkiriyên Helebceyê Kameran Mistefa li ser heman mijarê axivî û got: “Di sala 2022’yan de li ser asta civata wezîran lijneyek ku nûneratiya hemû wezaretan dike hate avakirin ku taybet ji bo dosyeya zarokên windabûyî bû. Hikûmeta Herêmê û hikûmeta Iraqê ji bo agahiyên derbarê zarokên windabûyî li Îranê de, bi Îranê re lihevkiribûn. Niha jî li ser kar berdewame.” Kameran Mistefa destnîşan kir ku ev 2 salin di desteyê de cih digirin û wiha domand: “Her kesê ku zarokekî wî yê windabûyî hebe, bibêje ku ew zarok aîdî wî ye, em amade ne ku bi rêya Wezareta Karên Hundir, Karûbarên Civakî û Tenduristiyê lêkolînê bikin. Lê heta niha ti kes nehatiye ku kar li ser bikin. Ji bo wê em jî bi zorê li xelkê nakin ku werin zarokan bibin. Her kesê ku li derveyî heyetê lêkolînê bike, karê wî bi xwe ye. Em jê ne berpirsiyar in.”

 

 

Ji bo zarokên winda tedbîrên qanûnî

Têkildarî zarokên hatine dîtin û pirsgirêkên derketîn de jî Kameran Mistefa wiha anî ziman: “Me ji wan re gotiye ku bi rêya lijneya me, werin ceribandin çêbikin. Ji bo vê yekê jî me erkdarkirin. Niştiman, Mêrdîn û Kurdewan jî di nav de çend doz hatine çareserkirin. Ezem hîna pirsgirêka wê nehatiye çareserkirin, nizanin zaroka kê ye. Lijne dê ji bo zarokên wenda çend tedbîrên qanûnî bigire heta ku encamên wan diyar bibin, paşê Civata Wezîran dê biryarê bide ka dê çawa bi wan re mijûl bibe.”

Hikûmet Helebceyê paşguh dike

Îsal 37 sal bi ser kîmyabarana Helebceyê de derbas dibe ku heta niha jî ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tê paşguhkirin. Bi gotina xizmên şehîdan, derman nekirina birîndarên çekên kîmyayî, pirsgirêka zarokên winda, nebûna xizmetguzariyan û ne başkirina jêrxana aborî ya bajêr, bi cihneanîna sozên hikûmetê bûye sedem ku hest bi cudakirina navçeya xwe bikin.

ROJNEWS/HELEBCE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.