Li Helebceyê bi armanca nîşandana marqekirina berhemên sînorê Hewramanê, belgefîlma Gûz hate nîşandan. Derhênerê belgefîlmê rexne li hikûmetê kir û got: “Divê fîlm li Tewelayê bihata nîşandan, lê ji ber nebûna salonên guncaw, me nekarî li wir bikin.”
Rêveberiya Gıştî ya Rewşenbîrî û Hunerê ya Helebceyê bi amadebûna hejmarek berçav ya ji beşên cuda ya civakê, belgefîlma Gûz hate nîşandan.
Derhênerê belgefîlmê Selahê Reş derbarê mijarê de axivî û got: “Piştî du salên vê xebatê, ez kêfxweşim ku îro belgefîlma Gûz li Helebceyê tê nîşandan. Fîlm ji çandinê heta bazarkirina gûzan di her çar werzên salê de hatiye kişandin. Me fîlm bi armanca marqakirina gûzên Hewramanê çêkiriye. Divabû fîlm li Tewelayê bihata nîşandan, lê tevî hemû dahata ku hikûmet ji Tewelayê distîne jî, salonek nîne ku 20 kes lê rûnin û fîlm temaşe bikin.”
Selahê Reş da zanîn ku ji bilî karmendên ku ji bo kameramantî û montajê li gel bûn, di çêkirina fîlm de kesî alîkariya wî nekir û got: “Me bi zaravayên Hewramî û Soranî li ser hilberîna gûzan hevpeyvîn bi xelkê herêmê re kir.”
NAVENDA NÛÇEYAN