Li Baxê Giştî yê Helebceyê ji aliyê Rêveberiya Perwerda Helebce ve festîvala salane ji bo xwendekarên dibistanên dayîkê yên bajêr hat lidarxistin. Di festîvala de zarokên biçûk bi stran, muzîk û pêşangeha xwe ya wêneyan reng dan festîvalê.
Di derbarê lidarxistina festîvalê de Rêveberê Giştî yê Perwerda Helebceyê Soran Omer ji ajansa me re axivî û got: “Armanca me ya vê festîvalê derxistina pêş a jêhatinên zarokane da ku bikarin derkevin ser dikê û kêrhatinên xwe nîşanî heval û welatiyan bidin.”
Mamostaya Hunerê li Dibistana Dayîkê ya Sîrwan Sakaw Baram jî li ser festîvalê got: “Ev çalakiyên bi vî rengî giringiyek xwe ya taybet ji bo cîhana zarokan heye. Bi rêya çalakiyên bi vî rengî zarok dikarin kêrhatin û heskirinên xwe bi şêwazên cûda nîşan bidin. Festîvalên wiha ji bo cîhana zarokan giringiyek xwe ya zêde heye.”
ROJNEWS/HELEBCE