Têkoşîn bi ruhê Egîd dewam dike
Şemî 16 Tebax 2025 - 03:25
Roja 15’ê Tebaxê roja cejna vejîna gelê Kurd e, bi salvegera 41’emîn a 15’ê Tebaxê ku bi pêşengtiya fermandar Egîd (Mahsum Korkmaz) de pêş ket, li çiyayên Kurdistanê bi kelecanekî mezin pêşwazî dikin. Du gerîlayên enternasyonal ku ji netewên Ereb pêk tên, ji çiyayên Kurdistanê nêrîn û hestên xwe tînin ziman. Her du gerîlayên bi navê Qeyîs Ereb û Kendal Eyn Îsa bi vê têkoşînê bandor bûne û berê xwe dane çiyayên Kurdistanê. Gerîlayê HPG’ê Qeyîs Ereb ji bo pêşwazîkirina pêngava 15 Tebaxê hestê xwe wiha tîne ser ziman:’’Çalakiya heval Egîd ne tenê bû wesîleya teqîna guleya yekem, di heman demê de bû wesîleya avabûna artêşa me ARGK jî. Tekoşîna wî li her deverê Kurdistanê belav bû, pêvajoya ku heval Egîd da destpêkirin pêvajoya avabûna hêzên gerîla li çiyayên Kurdistanê bû. Ez weke şoreşgerekî ji netewa Ereb dema ku tevlî bûm, ji têkoşîna heval Egîd pir bandor bûm. Bi taybet dema min kesayeta wî ya fermandarî û pêşengtiya ku raber kiriye nas kir û jiyana wî fam kir, ez hîn zêdetir bandor bûm. Dema ku hevalan ji me re behsa milîtaniya wî ya di şer de, jiyana wî ya bi bandor, cesareta wî ya li hember dijmin dikir, em pir bandor dibûn. Pêşengtiya wî ji me re bû mînaka têkoşîna ku em ser mezin bibin û xwe ava bikin. 15’ê Tebaxa 2025’an me bi banga Rêber Apo pêşwazî kir û em niha vê rojê bi dengê Rêber Apo pîroz dikin û bi watedar dikin. Li ser wê esasê em ê têkoşîna xwe berdewam bikin, bi pêşengtiya bi hezaran şehîdên me yên pêşeng em ê ser xeta wan bimeşin û li ber xwe bidin.’’
Li ser milîtaniya Egîd dimeşin
Gerîlayê din ê ji netewa Ereb Kendal Eyn îsa jî hestên xwe yên ji bo kesayet û pêşengtiya Fermandarê mezin şehîd Egîd wiha vegot:’’Fedayîtiya heval Egîd di nava partiya me de xwedî cihekî pir girîng û mezin e. Heval Egîd pêşengtî ji vê hemlê re kir, ji ber wê fermadarekî dilwêrek û jêhatî bû. Fermandarekî ku mirov nikare bi çend gotinan bilêv bike, ji ber heval Egîd yekem kes bû ku dest bi hemleyekî wisa mezin kir. Heval Egîd hişt ku gelên din jî bi tevgera azadiyê bandor bibin û partiyê nas bikin. Ez bi xwe jî weke hevalekî Ereb bi kesayeta heval Egîd bandor bûm, em ê heta dawî li ser şopa kesayet û milîtantiya heval Egîd bimeşin, ji ber ku em bi pêşengtiya şehîd Egîd bandor bûn û tevlî şerê heyî bûn. Em 15’ê Tebaxa 2025’an li Rêber Apo pîroz dikin û bi peyama ku me ji Rêber Apo ya îsal girtî, em ê 15 Tebaxê pîroz bikin û vê nirxê biparêzin.’’
BEHDÎNAN