Pergala kapîtalîst-emperyalîst hejand

Şemî 16 Tebax 2025 - 03:55

ABDULLAH OCALAN

Pênvaga 15’ê Tebaxê, çalakiyeke ne tenê pêkanîna rista dîrokî ji aliyê partîya me û gelê me ve sînordare. Hemû nûnerên pergala kapîtalîst-emperyalîst hejandiye û rê ji mezinbûna pêtên agirek ku wan di nava lezgîniyê de bifetisînê vekiriye. Ev agir tenê bi cîhê ku lê ye ve sînordar nemaye, germahiya vî agirî di serî de gelê Kurdistanê, Tirkiyê û Rojhilata Navîn, dilê hemû gelê cîhanê yên peşverû germ kiriye û xwêdan bi hemû dagirkeran, noker û xulamên wan daye rijandin. Li beramberî pêşketinên ku vê pêngavê afirandiye û bûye sedem ku hêzên cur bi cur polîtîkayên xwe li ber çav derbaz bikin, ew naçar kirine ku bikevin nava lêgerinên çareseriyên nû yên cuda. Ji bo fêmkirina bandora vê çalakiyê ji gelek aliyen ve û encamê wê nirxandinê, divê ku mirov li taybetmendiyên dema ev derxistiye holê û navenga ku tê de derketiye binêre û li beramberî van çalakiyan helwestên ku hêzên cuda ketine navê lêkolîn bike. Dema ku ev hat kirin encax karekterê wê ku mohra xwe li dîrokê da û rista wê bê fêmkirin.

Di nava bêhêvîtiyê de weke mûcîzeyekê

Vaye pêngava 15’ê Tebaxê di nava şert û mercên wiha de pêk hat. Di nava navengeke bêhêvîtî, bêzarî, tasfiyegerî û ewrên radestiyê de di nav civakê û tevgerên çepgir de digerî, mîna tirs û xofek li ser hemû kesî ketibû, ya ku hat kirin ji bo gelek kesan weke mûcîzeyeke jê nebawer bû. Dîsa ji bo dijmin û ezbeniyên wî mîna xofekî bû. Despêkê bawer nekirin, piştre wisa zanîn mîna îsyanên dema borî ne. Artêşê got: “Îsyan heye” û rabû ser piyan. Berê xwe dan Kurdistanê. Lê di holê de ne îsyan, ne jî yên çalakî kiribûn hebûn. Xwestin pêşketinan sivik bigirin dest, vê carê jî di dema ku herî zêde xwe rehet didîtin de, yên ku dikarin ewqas çalakiyeke bi hêz û rêxistinkirî ve encam bidin û serde jî bê ku windahiyan bidin şoreşgerên paşve kêşane li beramberî wan nekarîn vê jî bikin. Komara Tirkiyê cara yekem çalakiyên wisa ku pê re rû bi rû dima, nexwest fêm bike ku ev çirûska yekem a şewata ku dê dawiya wan bîne. Lê rastî bêrehmin û neçar man ku ji van rastiyan re serî bitewînin. Beşeke mezin a artêşa xwe ber bi Kurdistanê ve veguhestin, li her cihî derketin nêçîra şoreşgeran. Operasyonên ku tevahiya Kurdistanê digire berfirehiya xwe pêşxistin. Bi baweriya ku tevahî mercên xwe bi cihkirina şoreşgeran ji holê rakirine, dest bi gotinên mîna çalakî kirine û vekişîne derveyî sînor kirin. Ji bo rewşa artêşa bêzar veşêrin, ji vê baştir hêceteke din nedikarî bê dîtin. Dawiya propagandayên weke “Me girtin, dorpêç teng dibe, dawiya wan hat” nedihat û nekarîn şoreşgerekî tenê jî bigirin. Dema ku nekarîn bigirin di nava artêşê de bi zehmetiya mercên erdnîgariya Kurdistanê ve jî girêdayî di nava artêşê de kelandin, bûhran, revan despê kir.

Êrişê gelê me ku dixwest bijî dikirin

Di mijara têkoşîna ji hezar sal û vir ve didomê de, di serî de çapemeniya Tirk, bi wî re hema bêje heta awazên wî yên ku di heman demê de hêmanên weşana bizavên çepgirên sexte û reformistin jî heman deng derdixistin. Van weşanan serî li înkargeriyê dida û çelexwarî dikirin. Berdêla wê çi dibe bile bibe her tim êrîşî rastiya gelê me ya ku dixwaze bijî, mafdar e û divê rêz lê bê girtin dikirin. Şîroveyên weke “Tevgera eşqiyane, derketineke cihekar e û hilweşîner e”, ji bona burjuvaziya Tirk komkujiyên xwe veşêre di çapemenî û radyo televîzyonên xwe de rojane dûbare rêz dikirin. Ji hêlek din ve jî kesîmên xwecihî, noker û reformist ên li dijberî PKK’ê û APO’geriyê tifaqên pîroz ava dikirin û sosyal-şovenên ku her tim pêre nokertî dikirin pirsgirêk berevajî dikirin û ti carî nexwestin navê pirsgirêkê ya rasteqîn lê bikin. Weke ku ev pêşketin bê rêbertiyekê jixweber derketine holê nêzîkbûn raber dikirin. Bi qasî burjuvaziya biçûk jî bi namûs nebûn. Çi dibe bila bibe tenê di asta nav de li berxwedanê xwedî derketin, di mijara hêza ku ev berxwedanî pêk aniye û egîdên vê berxwedaniyê bi erdê re yek kirinê de, bi qasî ku bikaribin serî li hemû curên harbûnê didin û rastiyek ji hişyariyê dûr raber kirin. Di vê mijarê de gelek tiştên bên gotin hene. Gelek tiştên ku her dilopa xwîna hatiye rijîn, her egîdê ku ketiye binê axê ku ji van kesên rast nabin re bêjin heye.

Qanûna binketinê hate berovajîkirin

Pêngava 15’ê Tebaxê ne weke her pêngavekê ye. Dîroka me, ji aliyê dagirkeriya Tirk a hoveber û faşîzma 12’ê Îlonê ve, ji bo ku careke din zindî nebe xwestin tarî bikin, lê di heman demê de hêviyên gelê me yên dawî di derbarê rizgariyê de jî şîn kir. Bi polîtîkayeke şoreşgerî ya rast, bi Rêbertiyê re di zemînên guncav de û li ser esasê xwe sipartina hêza xwe ya xas, li ser esasê serkeftina esasî, ji bo ku despêka dîroka herî bi wate bê pêkanîn, hêza ku ji dest hat hemû hat seferberkirin. Ev jî diyardeyeke berxwedanê ya wisa ye. Tevî hemû kêmasî û nebesiyên xwe, weke ku di dîroka me de gelekî tê dîtin û îro jî dixwazin di pratîka me de serî pê bidin hildan bê ku rê bide nokerî, teşîr û tecrîdê, bê ku kêliyekê jî agirê berxwedanê vemirîne, li dijberî darbeya taybet a ku ji aliyê dijmin ve dihat ferzkirin, berxwedaniyeke ji aliyê gelê Kurdistanê ve şêwaza şerê xas ê qezenckirinê bû. Ya ku heta roja îro berdewam kiribû û hema bêje weke qûralêkî jênerev lê hatibû qanûna berxwedan û binketinê vê carê hat berevajîkirin. Ji bo careke din dîroka me neyîniyan nede dûbarekirin, di rêya serkeftinê de xwe gihandina serkeftina dawî ye pêngava binavdar a 15’ê Tebaxê.

*Ji dahûrandinên Rêbertî yên sala 1985’an hatiye berhevkirin.

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.