Dê biçin Îmraliyê

Çarşem 10 Îlon 2025 - 16:15

  • Endamê MYK û parlamenterê Colemêrgê yê DEM Partiyê Vezîr Parlak diyar kir ku li ser daxwaza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nûnerên partiyên siyasî yên ESP, SKYP, YSP û SODAPê dê yekem car biçin Îmraliyê.

Lîjneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî civînê aşkera kir ku dê biçin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari, nûnerên partiyên siyasî yên ku pêkhateyên DEM Partiyê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Ji Nû ve Avakirina Sosyalîst (SYKP), Partiya Şoreşgerî ya Yekbûyî (Partiya Şoreşger), Partiya Çep a Kesk (YSP) û Platforma Hevgirtina Sosyalîst (SODAP) û keseyatên ku di MYKê DEM Partî de cih digrin, dê di hefteya pêş de biçin Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.

Endamê MYK û parlamenterê Colemergê yê DEM Partiyê Vezîr Parlak tekildarî hevdîtinê û nevaroka hevdîtinê axivî.

Vezîr Parlak bi lêv kir ku piştî hevdîtina şandeya wan divê komîsyon jî yekser biçê Girava Îmraliyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo komîsyona meclîse jî daxwaz kiribû ku hevdîtinê bike. Birêz Ocalan gotibû ez naxwazim li ser şandeyekê xwe bigihînim wan. Dixwazim raste rast bi wan re hevdîtin bikim. Gotibû gelek pêşniyarên min hene dixwazim bi wan re parve bikim. Çavê gelan li Îmraliyê ye. Ji ber ku aktorê sereke yê şer bide sekinandin Rêberê Gelê Kurd e.”

Vezîr Parlak destnîşan kir ku daxwaza wan a herî sereke azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd e.

Vezir Parlak tekildarî nevaroka hevdîtina bi Abdullah Ocalan re jî ev agahî dan: “DEM Partî projeya Rêberê Gelê Kurd bû. Pirsgirêka Kurd ku li Kurdistanê asê mabû bi projeya wî li hemû Tirkiyeyeyê belav bû. Di hevdîtinê de jî wê li ser van xalan pêşniyarên Rêberê Gelê Kurd wê hebin. Ji bo DEM Partî bêtir mezin bibe divê çi bê kirin, ji bo firehkirina siyaseta demokratîk çi taktîk hewce ne li ser van mijaran wê hevdîtin pêk bên. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê jî li ser nameya ku birêz Abdullah Ocalan ji wan re şandibû tevdigerin. Di vê hevdîtinê de jî îhtîmale ku rewşa Rojava jî bê nîqaşkirin. Dê operasyona li dijî CHP'ê û rewşa siyaseta demokratîk bi giştî di wê bê nîqaşkirin. Ji îro şûn ve gelê Kurd dê di Rojhilata Navîn de çawa xwe bi rêxistin bike li ser van mijaran nîqaş dê çêbibin.AW/ENQERE/MAHMÛT ALTINTAŞ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.