Konseya Ewropayê ji bo ‘Mafê Hêviyê‘ dicive

Yekşem 14 Îlon 2025 - 16:50

  • Roja duşemê têkildarî biryara binpêkirina ‘Mafê Hêviyê’ ku DMME ji bo Rêber Apo dabû, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dê bicive.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dê di 15-17’ê Îlonê de têkildarî biryara binpêkirina ‘Mafê hêviyê‘ ku Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din Civan Boltan, Hayatî Kaytan û Emîn Gurban dabû, bicive.

Komîteyê di civîna xwe ya Îlona 2024’an de ji Tirkiyeyê xwestibû ku di mijara ‘Mafê hêviyê‘ de di qanûnan de sererastkirin bike û salek muhlet dabûyê. Komîteyê, gotibû ku heke sererastkirin neyên kirin dê biryara navberê bide. 

Tevî hişyariya komîteyê jî Tirkiyeyê heta niha tu sererastkirin nekiriye. Tê mereqkirin ka dê komîte li dijî vê çi biryarê bide. NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.