Şoreşa 'Jin Jiyan Azadî' heqîqet e
Yekşem 14 Îlon 2025 - 17:00
- Jinan bi şoreşa Jin Jiyan Azadî re careke din nasnameya xwe ku beriya 7 hezar salan hebû bi dest dixin. Şoreşa Jin Jiyan Azadî îfadeya heqîqeta hemû jinan e.
Li ser axa pîroz, şoreşa Jin Jiyan Azadî li Zagrosan û li cihê vejîna civaka xwazayî û azadîxwaziya jinan dest pê kir. Em salvegera 3’yemîn a şoreşa jinan Jin, Jiyan Azadî bi ruhekî nû pêşwazî dikin.
Ev şoreşa ku bi fikir û felsefeya Rêber Apo dest pê kir, îro di dîroka jinên xwedî lêgerîn de, bûye meşaleya ronîbûn û xwegihandina riya heqîqetê. Em dikarin bi rehetî bibêjin ku vê şoreşê li ser mîrasa têkoşîna çil salan, xwe bi rêxistin kir û ket ser riyeke ku hemû rojan rewnaq û şewq dide dil û mêjiyê mirovahiyê. Ji ber vê ev şoreş bûye çavkaniya herî mezin ji hemû jinin Kurd û Kurdistanê re. Kesên ku li pey xeta azadiyê bûne îlhama xwe ji sekna vê şoreşa Jin Jiyan Azadî digrin û têdikoşin. Ew agirê azadiyê ku li Rojhilatê Kurdistanê dest pê kiriye, pêl bi pêl li hemû cîhanê belav bû, niha jî di ocaxa xwe de meydan ji hemû paşverûtiyên baviksalarî re dixwîne û bi dengekî resen diqîre dibêje jin ne bi tenê ye. Ew qîrîn tu ferq û cudatiyê naxe navbera jinan û civakê her kesê bi wijdan hembêz dike.
Ji bo pirsa yekem em dikarin wisa bibêjin. Li Rojhilatê Kurdistanê jin xwedî çandeke kevnar a dayîktiyê ye. Ji ber ku jin li ser şopa çanda xwedawendan dimeşin, gelek caran dibin hedefa pergala zilamsalar, rastî destdirêjî, kuştin, zewaca di temenê biçûk û dagirkirina ruhî tên. Vê şoreşê bi jinan re hêza jixwebawer, hezkirina ji bo jinan anî. Ger jin nebin, wê civak jî nebe û jin gihîştiye wê qenaetê ku pêwist e perdeya tarî biqetîne û parçe, parçe bike.
Nîzama Îranê di şexsê jinan de dixwest civakê binixumîne û civakeke bêhiş û bê lepirsîn ava bike. Ji ber jin bingeha jiyanê ne û jinên zana dikarin bibin pêşengên civaka azad. Beriya vê şoreşê jin nikaribûn xwedî li hebûna xwe derkevin lê îro jin meydanê ji hemû paşverûtiyan re dixwînin. Pergala ku 46 salan, li ser xwîna zarokên gelan û bi tirs û xof temenê xwe dirêj dike, ji aliyê jinên zana û berxwedêr ve îro tê lêpirsînkirin.
Ji bo pirsgerekên gelan li Îranê çareser bibin, tenê riyeke çarseriyê heye. Ew jî bi felsefeya şoreşa 'Jin Jiyan Azadî' pêkan e. Dermanê hemû êşên civakên ku li Îranê dijîn, di çarçoveya jiyana demokratîk de û bi lihevkirina jinan dibe. Ev şoreş bi fikereke nû, bi nîzameke nû, bi ruhekî nû ku bêyî ferq û cudahiyê bixe navbera mirovan û civakê bi pêş ket. Vê şoreşê li ser wijdan û exlaqê kolektîf tevna azadiya gelên Îranê rêsa û ji bo hemû civakê bû dengê stranên wan. Bû destan, romana jiyanê û xwe bi ked û xwîna zarokên xwe di dilê jinan de neqişand. Li Îranê pirsgirêka herî kûr pirsgirêka jinan e, di şexsê jinan de hemû civakê kir kole, ji ber vê em jî dibêjin wê bi jinên azad cewhera civaka azad biteyîse jiyanê û jiyan xweşik û bedew bibe. Tenê bi vê felsefeyê re şifreyên koletiya civakê dikarin bên şikandin. Civaka Îranê di şexsê jinan de winda kiriye û wê di şexsê jinan de civak careke dinê vegerin ser cewherên xwe û bi ser bikevin.
Jin hemû rojan bi sekn, berxwedan, bi têkoşîna xwe ya di zindanan de dibin strana cesaret û tolhildana ji hişmendiya mêrên zalim re. Îro hemû jin bi ruhekî tirsa mirin û koletiye derbas kirine û bûne xwedî dengekî ku li cîhanê bilind dibe. Tirsa windakirinê derbas kirine. Yên winda bikin wê ne civak û jin bin, wê dewlet û desthilatdariya mêr a serdest bin û yên serkeftî wê jin û civak bin.
Divê her jin bizanibe ku xwe çawa û li ser kîjan bingeh û şertên jiyana rast zana bike, xwe biparêze û bi rêxistin bike. Jinan bi şoreşa 'Jin Jiyan Azadî' re careke din nasnameya xwe ku beriya 7 hezar salan hebû bi dest dixin. Şoreşa 'Jin Jiyan Azadî' îfadeya heqîqeta hemû jinan e. ZEYNEB XORESAN-Endama Meclisa PJAK’ê / NÛJINHA/