40 hezar sal şûnde şikefta Neandertalan!

Duşem 12 Çile 2026 - 17:00

  • Arkeologan piştî kolandinê jiyana rojane ya Neandertalan û çanda wan a dewlemend wek muzeyeke zindî belge kirine.

Kolandinên arkeologan, jiyana rojane ya Neandertalan û çanda wan a pir dewlemend wek muzeyeke zindî derxistine holê. Sîstema şikeftên li peravên Deryaya Navîn, çîrokeke balkêş a dîroka mirovahiyê vedibêje: jiyan, mirin û têkoşîna ji bo saxbûnê.

Yek ji dîtinên herî balkêş jî odeyeke veşartî ye ku tê texmînkirin qasî 40 hezar sal e bi ax û heriyê hatiye mohrkirin û girtî maye. Kompleksa Şikefta Gorham, li başûrê herî dawî yê Spanyayê, li Cebelitarikê, li binê zinarên kevirên kilsîn ên asê ye. Ev kompleks ji çar şikeftên cuda pêk tê: Gorham, Vanguard, Hyaena û Bennett. Li gorî IFL Science, berê ev kompleks pir li hundir bû, lê bi bilindbûna asta deryayê, îro ketiye nêzî peravên Deryaya Navîn.

Çalakiya mirovî ya 100 hezar salî

Şikeft di sala 1907’an de cara yekem hatin dîtin, lê kolandinên rastîn ên arkeolojîk di salên 1980’î de dest pê kirin. Xebatên hatine kirin nîşan didin ku ev herêm bi awayekî awarte dewlemend e. Her çiqasî di şikeftan de bermahiyên îskeletên Neandertal an jî mirovên nûjen (Homo sapiens) nehatine dîtin jî, delîlên pir bihêz ên çalakiya mirovî ya 100 hezar salî hene. Ev serdem ji hatina mirovên nûjen (Homo sapiens) ên li Rojava Ewropayê (nêzî 40 hezar sal berê) pir kevntir e û dîtin nîşan didin ku ev bermahî yên Neandertalan in.

Berhemên deryayê, nêçîr û nîşanên xebitandinê

Di nav delîlên herî girîng de berhemên deryayê cih digirin. Di kolandinan de gelek qalikên midyeyan, hestiyên masî, fok û yûnûs hatine dîtin. Ne mimkûn e ku ev bermahî bi pêlavan hatibin şikeftê. Wekî din, li ser hin hestiyan bi awayekî zelal nîşanên kêr û amûrên bi vî rengî hene. Ev yek nîşan dide ku Neandertal bi hişmendî çavkaniyên deryayê bi kar tînin. Li ser erdê şikeftê, li ser kevirê bingehîn xêzên çaprast ên kûr hatine xêzkirin hene. Baş nayê zanîn bê ka kesên ev nîşan çêkirine kî ne lê hin lêkolîner dibêjin ev xêz ji 39 hezar salî zêdetir kevn in û ji aliyê Neandertalan ve hatine çêkirin. Ger ev şîrove rast be, ev xêz dikarin bibe delîleke nû ya şiyana hunerî û sembolîk a Neandertalan.

Teknolojiya 60 hezar salî: Qatrana darên hûşê

Dîtineke din a balkêş a der barê aqilmendiya Neandertalan de ji Şikefta Vanguard hatiye. Lêkolîneran li vir ocaxeke 60 hezar salî tespît kirin. Hate diyarkirin ku ev ocax ji bo hilberandina qatranê darên hûşê (huş katranı) hatiye bikaranîn – maddeyeke zeliqandî ku ji bo girêdana sapên amûr û çekan dihate bikaranîn. Hilberandina vê maddeyê pêwîstî bi zanîn, tecrûbe û plansaziyê heye. Li gorî pisporan ev yek nîşan dide ku Neandertal civakên jêhatî, afirîner û agahiyê nifş bi nifş radigihandin.

Odeya 40 hezar sal girtî mayî

Arkeologên Muzexaneya Neteweyî ya Cebelitarikê, li beşa paşîn a Şikefta Vanguard, odeyeke bi qasî 13 metre kûr dîtin ku tê texmînkirin herî kêm 40 hezar sal e bi herî û axê hatiye girtin. Di lêkolînên destpêkê de bermahiyên hin ajalan hatin dîtin. Her wiha qalikek mezin a şeytanokeke deryayê ya xwarinê ku li cîhek dûrî deryayê hatiye dîtin, nîşan dide ku dibe ev ode ji aliyê mirovan (Neandertalan) ve hatiye bikaranîn.

Gelo Neandertal kêngî winda bûn?

Li gorî lêkolînan, dibe ku Neandertal heta nêzî 33–24 hezar sal berê jî Şikefta Gorham bi kar anibîn. Ev dîrok bi nêrîna gelemperî ya ku dibêje Neandertal qasî 40 hezar sal berê winda bûne, nakok e. Dîtinên li Cebelitarikê vê yekê piştrast dikin ku Neandertal ji van salan dirêjtir sax mane. Ger ev şîrove rast bên îsbatkirin, Şikefta Gorham û derdora wê dibe ku yek ji wan cihên dawî yên ku Neandertalên dawî lê jiyane be.Ev sîstema şikeftên li peravên Deryaya Navîn dibe ku bibe yek ji cihên dawî yên ku Neandertal berî windabûna xwe lê xwe veşartine.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.