Dayikên Aştiyê çûn Enqereyê

Sêşem 13 Çile 2026 - 16:00

  • Dayikên Aştiyê diyar kirin ku Tirkiye piştgiriyê dide êrişên li ser taxên Kurdan û Suryaniyan ên li Helebê û bi banga rawestandina şer çûn Enqereyê.

Dayikên Aştiyê li dijî êrişên komên çete yên giredayî HTŞ'ê û Tirkiyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li Enqereyê civiyan. Dayikên Aştiyê li ber Wezaretê Karên Derve ya li navçeya Çankayayê ya Enqereyê kom bûn. Dayikên Aştiyê li vir pankarta li ser, “Em dayik rê nadin şer” dinivisî hilgirtin û dovîzên li ser, “Rojava rûmeta me ye”, “Em şer naxwazin” û “Bijî berxwedana Rojhilat” dinivisî û çelenga reş rakirin. Her wiha dayikan wêneyê Zeyad Heleb ku li taxa Şêxmeqsûdê jiyana xwe ji dest dabû hilgirtin.

Dayikên li vir hatin astengkirin di nav dorpêça polîsan bênavber dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Şehîd namirin”, “Em şer naxwazin aştiyê dixwazin” û “Bijî berxwedana Şêxmeqsûd” berz kirin. Destûr nehat dayîn ku dayik biçin ber deriyê Wezareta Karên Derve.

Dayikan li vir daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de ewilî li ser navê dayikan, Dayika Aştiyê Hava Kiran axivî. Hava Kiran anî ziman ku ew ji bo aştiyê hatine Enqereyê û wiha got: “Ji dayikan re herî zêde zarokên wan pîroz in. Em dayik ji bo zarokên tu dayikan nemirin li vir in. Tu kes bi qasî Kurdan ne Misilman e. Jinek kuştin û di ser avahiyê de avêtin. Ew ne Misilmantî ye. Em Dayikên Aştiyê li tu aliyên welat şer naxwazin. Em di pêvajoyeke aştiyê de derbas dibin. Em bang li rayedarên Tirkiyeyê dikin; zarokên Kurdan ne pezê ber kêrê ne. Em bang li dewletên navneteweyî û Tirkiyeyê dikin vî şerî rawestînin. Feydaya vî şerî ji tu kesekî re tune ye. Em dibêjin bila aştî demokrasî pêk were. Têkoşînê li Enqereyê dest pê kir çareserî jî li vir dibe. Ji bo wê em hatin vir. Em dixwazin şer bisekine û aştî pêk were û em Hakan Fîdan vedixwînin ku îstîfa bike.”

Dayika Aştiyê Emîne Eren jî bang li rêyedarên Tirkiyeyê û hezên navneteweyî kir û got: “Îro şerekî hovane li ser gelê Rojava tê meşandin. Em kesên van êrişan dikin şermezar dikin. Tirkiye ew çete perwerde kirin û şandin şer. Şerekî li dijî mirovahiyê ye. Em hatin ku Wezîrê Karên Derve re hevdîtînê bikin. Bila îstîfa bike. Li ser xwîna zarokên Kurdan planan dike. Em dibêjin bila aştî bibe. Em şer naxwazin. Me zarokên xwe winda kir, em naxwazin zarokên kesî bimirin. Dinya têra me hemûyan dike. Banga me ji civata navneteweyî re jî ev e; Colanî DAIŞ e. Lê Tirkiye piştgiriya wan dike. Em careke din dibêjin aştî. Em hatin hevdîtinê bikin û bêjin li ser xwîna Kurdan bazariyê nekin.”

Rêvebera MEBYA-DER'a Amedê Meryem Soylu jî destnîşan kir ku radikin quranê û zarokên Kurdan qetil dikin û got: “Hemû kesên dibêjin em mirov in divê vê zilmê qebûl nekin. Divê derfetê nedin DAIŞ'ê. Wê sibê li serê hemû dinyayê bela bibin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Dayikên Aştiyê serdana Navenda Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) kirin û li dijî komkujiyên li Helebê wê 3 rojan dest bi nobedê bikin.NAVENDA NÛÇEYAN

 

* * *

Dê ji NY’ê re name bên şandin

  • Hevberdevkên Platforma Parastin û Piştevaniya Bajêr a Amedê bertek nîşanî êrişên li ser Helebê dan û diyar kirin ku ew ê wekî platform li dijî komkujiyan nameyekê ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re bişînin û bang li saziyên navneteweyî bikin.

Komên girêdayî Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê, di êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê de gelek welatiyên sivîl qetil kirin û bi deh hezaran kes jî neçarî koçber kirin. Zextên hêzên hikumetê yên ku bi sedan kes revandine li herêmê berdewam dikin.

Hevberdevkên Platforma Parastin û Piştevaniya Bajêr a Amedê Yildiz Ok Orak û Mahsum Çiya Korkmaz êriş nirxandin.

Yildiz Ok Orak got: “Bi tiştên li Sûriyeyê tên kirin tê xwestin ku hem çareseriya pirsgrêka Kurd a li Tirkiyeyê bê astengkirin hem jî hebûna Kurdan a li wir bê înkarkirin. Li Sûriyeyê di çarçoveya sûcên navneteweyî de sûcên herî mezin tên kirin. Êrişî nexweşxaneyan dikin, wan dorpêç dikin. Di şerên herî dijwar de jî ev wekî sûcê şer tên qebûlkirin, lê bêdengiya saziyên navneteweyî bi rastî balkêş e. Divê li hemberî van bertek bê nîşandan. Divê ev komkujî tavilê werin rawestandin.”

Mahsum Çiya Korkmaz destnîşan kir ku divê hemû aliyên ku xwe wekî “parêzvanên mafên mirovan” pênase dikin li dijî vê êrişê bêdeng nemînin û got divê hêzên navneteweyî jî nebin alîgirê zaliman û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li dijî her êrişekî ku li ser Kurd, Durzî û Elewiyan tê kirin, divê bi konsensusekê hevpar bertek bê nîşandan. Li dijî hemû kiryarên derveyî mirovahiyê divê dengek bê bilindkirin.”

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.