Bendava Tişrînê: Cenga hebûnê

Sêşem 16 Kanûn 2025 - 03:15

  • Bi hilweşîna rejîma Baasê li Helebê re, dewleta dagirker a Tirkiyê û çeteyên wê li dijî sivîlan û binesaziyê êrişên berfireh pêk anîn. Li gel hêzên parastinê, bi deh hezaran şêniyên ji hemû pêkhateyan dijî van êrîşan bûn mertal. Bendava Tişrînê jî bû sembola vê berxwedanê.

Di 27’ê Mijdara 2024’an de, Heyet Tehrîr El Şam êrişeke berfireh li ser deverên di bin kontrola rejîma Baasê de da destpêkirin û di nav sê rojan de karîbû Helebê kontrol bike. Di heman demê de, dewleta dagirker a Tirk û çeteyên wê êrişên xwe li dijî koçberên ji Efrîna ku li herêma Şahba dijîn zêde kirin. Ji bo pêşîgirtina li komkujî û qirkirinê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) biryar dan ku koçberan ber bi deverên ewletir ên di herêmê de veguhezînin. Lêbelê, dewleta dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên wê di vê demê de êrişên xwe berdewam kirin.

Di 8`ê Kanûnê de, dema ku gelê Sûriyeyê hilweşîna rejîma Baasê pîroz dikir, dewleta dagirker a Tirk bi karanîna balafirên şer, dron, tank û wesayîtên zirxî êrişeke berfireh li ser bajarê Minbicê û derdora Pira Qerequzak û Bendava Tişrînê da destpêkirin.

Şervanên QSD`ê û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ev êriş paşve xistin, ji bo vê yekê dagirkeriya Tirkiyeyê hemû çavkaniyên xwe yên leşkerî û medyayî seferber kir da ku Bendava Tişrîn û Pira Qerequzakê bigire. Lê belê, ev hemû hewldan li hember berxwedana şervanan têk çûn.

Di 14`ê Kanûna 2024`an de, medyaya Tirkiyeyê ragihand ku Bendava Tişrînê ketiye destê komên girêdayî Tirkiyeyê, lê kamerayên rojnamevan Cîhan Bilgîn û Nazim Daştan ev derewan eşkere kirin. 5 roj şûnde, dagirkeriyê ji sê aliyan ve êrişeke nû bi tank, wesayîtên zirxî û balafiran da destpêkirin û kampanyaya xwe ya medyayî ya herî mezin da destpêkirin da ku wêneyekî serkeftinê ava bike; lê belê dîmenên ku ji hêla Cîhan û Nazim ve hatine kişandin rastî eşkere kirin. Di 19’ê Kanûnê de rojnamevan Nazim û Cîhna ji aliyê dewleta Tirk ya dagirker ve bi dironan hatin hedefgirtin û di encamê de şehîd bûn.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li dijî Bendava Tişrînê berdewam kirin, lê ji aliyê şervanên QSD û YPJ`ê ve têk çûn.

Gelê heremê jî ji bo axa xwe û ava xwe biparêzê bi karwanên deh hezaran kesan ji seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Kurd, Ereb, Suryanî, Tirkmen û Çerkez xwe ve berê xwe dan Bendava Tişrînê.

Di 118 rojên berxwedanê de, ji 8`ê Kanûnê heta 5’ê Gulanê, bi deh hezaran kes ji seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn, di nav wan de 8 kom ji kantona Firatê, 7 kom ji Tebqa, Reqa û Dêrazorê, û 13 kom ji kanton Cizîrê, û weha koçberên ji Efrînê jî beşdar bûn. Di encamê de 25 şênî şehîd bûn û 240 kesên din jî birîndar bûn, di nav wan de rojnamevan, akademîsyen, hunermend, siyasetmedar û xwendekarên zanîngehê hebûn.

Berxwedana li Bendava Tişrînê evsaneyên qehremaniyê yên dîrokî li hember şerê dagirkeriyan nivîsndin û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku jiyanek bê rûmet û azadî qebûl nake û ew amade ne ku heya nefesa dawî hebûna xwe biparêzin. Berxweda Bendava Tişrînê bûye semboleke neteweyî, keleheke berxwedana gel li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê û mînakeke zindî ku eger zehmetî çi bin jî, gelên hevgirtî dikarin ax û destekeftiyên xwe biparêzin.

ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN / EKREM BEREKAT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.