Karamûs: Êriş ji hêla Tirkiyeyê ve hat plankirin

Duşem 12 Çile 2026 - 16:15

  • Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs, êrişên ser Helebê nirxand. Karamûs, anî ziman ku êriş ji hêla Tirkiyeyê ve hatiye plankirin û got: “Îro weke netewe em bi xetereya man û nemanê rû bi rû ne. Ji bo parastina destkeftiyên ku bi bedelên giran hatine bidestxistin, divê em bibin yek.” 

Di encama êrişên komên paramîlîter ên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û Tirkiyeyê yên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de bi dehan Kurd hatin qetilkirin û bi sedan jî birîndar bûn. Komên paramîlîter ên di navenda êrişan de cih digirtin jî, komên Hamzad, Emşad, Sûltan Mûrad û Nîredîn Zengî bûn ku ji hêla Tirkiyeyê ve tên biçekkirin û fînansekirin. Di demeke van komên paramîlîter êriş dikir de Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler bi daxuyaniyekê piştgirî da êrişan. 

Ev êriş, ji hêla Tirkiyeyê ve hate plankirin

 Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamûs têkildarî êrişên ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê axivî û got ku amadekariyên êrişê zû ve hatibûn kirin. Karamus, got: “Ev êriş, ji hêla Tirkiyeyê ve hate plankirin, amade kirin û li ser daxwaza wê pêk hat. Ji ber ku gefên xwe yên li dijî hebûna Kurdan bi aşkerayî didomînin. Di dema êrişan de derket holê ku hikûmeta Şamê jî Tirkiye jî parçeyeke planê ye.”  

Di berdewamê de Karamûs anî ziman ku êrişa li dijî taxên Kurdan, encama bêtehemûliya Tirkiyeyê ya li dijî Kurdan e û wiha domand: “Ji bo destkeftiyên gelê Kurd gefek e. Ji bo vê xwestin komkujiyeke mezin bikin. Bêdengiya hêzên navdewletî jî cisaret da Tirkiyeyê. Tirkiyeyê ji bo gav bi gav hebûna Kurdan tune bike dest bi êrişê kir.” 

Partiyên Kurd Qels man

 Karamûs, anî ziman ku di serî de PDK û YNK helwesta partiyên Kurd ên di vê pêvajoyê de qels bûn û wiha domand: “Partiyên Kurdistanî li dijî van êrişan helwestek raber kir lê pir qels bû. Helwestekî ku pêşiya êrişan bigirin raber nekrin. Êrişê li Helebê ne tenê li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bûn. Di heman demê de gefekî li ser tevahiya Rojava bû. Armanca Tirkiyeyê ew e ku destkeftiyên Kurdan ên li her çar parçeyan tune bike. Dixwaze hebûna Kurdan ji holê rake. Tirkiye di vê çarçoveyê de jî daxuyanyan dide. Heke Kurd bixwazin hebûna xwe, statu û destkeftiyên xwe biparêzin, wê demê divê li her çar parçeyên Kurdistanê xwedî helwestekî hevpar û zelal bin. Divê stratejiyeke neteweyî pêş bixin. Heta ku parastina gelê Kurd nekin dê ev gefên Tirkiye û komên din berdewam bikin. Dê gelê Kurd bi komkujiyan rû bi rû bimîne. Daxuyanî, bi tena serê xwe têr nakin.” 

Êriş û gef bi dawî nebin

Bi domdarî Karamûs anî ziman ku li dijî gefên weke komkujî û dagirkeriyê hewcehî bi helwestekî xurt a yekitiya neteweyî heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku îro li Rojava û Rojhilat dibe, sibe dê li Başûr bibe. Ji bo parastina destkeftiyên gelê Kurd bi bedelên giran bidestxistî, divê em bibin yek. Heta ku yekitî çênebe dê ev êriş û gef bi dawî nebin.” 

 Karamûs, herî dawî ev bang li hemû Kurdan kir: “Em di serdemeke krîtîk de ne û hewceye em cudahiya fikrên xwe bidin aliyekî, cudahiya îdeolojiyan bidin aliyekî û bi hev re tevbigerin. Ji bo parastina destkeftiyên gelê xwe divê em yekitiya xwe ya neteweyî ava bikin. Hewceye em pêşiya van êriş û komkujiyên li dijî Kurdan bigirin. Em îro weke netewe bi xetereya man û namenê rû bi rû ne.” 

OMER AKIN/MA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.